Jinên Sirînê bi hêza ku ji YPJ'ê girtine jiyanê dihûnin
11:54
Denîz Yesîlyurt/JINHA
KOBANÊ – Li Sirîn ya cihê Erebane û ji aliyê hêzên YPJ û YPG’ê ve hat azadkirin, jiyan bi beşdarbûna jinan ji nûve rêxistin û azad dibe. Jin ji jiyana civakî bigirin heta çand û hunerê, ji perwerdê bigirin heta tenduristiyê di gelek qadan de cih digirin û bi hêza ku ji YPJ’ê girtine tevlî jiyanê dibin.
Sirîn bajarokek Ereb ya di navbera Kobanê û Teşrînê de dimîneye.Piştî êrîşa DAIŞ’ê hemû gelê wê neçar ma koç bikin. Piştî azadbûna Teşrînê gelê Sirînê vegeriya xaka xwe û lê her tişt guherî bû. Bi taybet jî bi jin û zarokan re.Jinên Ereb bi hebûna YPJ’ê re dîwarên tirsê derbas kirin û di her asta jiyan û şoreşê de cih digirin.
‘Me projeya xwe ya firin û nexweşxanê kir jiyanê’
Lbdîsal Lebebî ku piştî azadkirina Sirînê vegeriya xaka xwe got jinan jiyan ji nêz ve nas kirine û ji ber vê jî baştir çareseriyê dizanin. Lbdîsal Lebîbî ku di rêveberiya Mala Gel de cih digire, got berê mafên wan tinebû k udi xebatek wisa de cih bigirin û got: “Em jin pirtir pirsgirêk û jiyanê dizanin. Berê me nedikarî em derkevin derve. Lê em niha di xebatên înşakirina jiyan û civakê de cih digirin. Me heta niha firinek vekir. Me projeya nexweşxaneyeke jinê kir jiyanê. Bi hêza ku me ji YPJ’ê girtiye, em vê dikin.”
‘Modela jiyana nû ji bo zarokan hêviye’
Endama rêveberiya mala gel û mamoste Sefa Mahmut Berho jî got: “Ji ber dagirkirina DAIŞ’ê zarokên me bi şev ditirsiyan. Em nû vegeriyan xaka xwe, lê zarokên me vegeriyan ser jiyana xwe. Jin berê nedikarîn biçin nexweşxanê. Lê bi projeya Mala Gel nexweşxaneya jinan vebû. Ev pêngavek mezine. Di dema DAIŞ’ê de nedihiştin jin biçin nexweşxanê. Ji ber vê gelek bebek mirin. Ji ber vê ev modela jiyana nû ji bo zarokan bû hêvî.”
‘Me hêza xwe ji YPJ’ê girt’
Emenî Berho li nexweşxaneyên Kobanê û Qamişlo xwe perwerde kir û di xizmeta ji bo jinan de rolek mezin digire. Emîneyê got şoreşa Rojava şoreşa Kurd e û got wan hêza xwe ji YPJ’ê û YPG’ê girtiye.
Ayşê Mihemed balkişand ser kesên k udi navbera Kurd û Erebande naqokiyan çêdike û got: “Em bi salan bi hev re jiyan. Emê bijîn jî. DAIŞ’ê jiyana me dagir kir. Zextên wan li ser civakê pir bûn. Me di dema wan de çarşefa reş li xwe dikir. Em nekaribûn derkevin derve. Em dibînin ku jin çi dikin. YPJ û YPJ’ê xaka me azad kir.”
(hu)