Rojda Felat: Heta yek DAIŞ’iyek bimîne emê têkoşînê bidomînin

12:22

Denîz Yeşîlyurt/JINHA

KOBANÊ - Fermandara Hêza Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Rojda Felat Pêngava Azadkirina Bakurê Rakkayê nirxand û diyar kir ku pêngav bi serkeftî berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana me ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo gelê Ereb, Ermenî û Suryaniye. Li ku êrîş hebe emê li wir bin. Heta yek DAIŞ’i yek bimîne emê têbikoşin."

Pêngava Azadkirina Bakurê Rakkayê ket roja xwe ya sêyemîn. Fermandara QSD’ê Rojda Felat ji ajansa me re axivî. Rojdayê got ev demek dirêje li hember Rojava êrîşên çeteyan hene û got: “Her pêngava me li dijî êrîşên çavsor bersiveke. Berxwedana me tenê ji bo gelê Kurde. Ji hemû gelane. Em wek hêzên HDS’ê wê li dijî êrîşan bin.”

'Emê gelê xwe ji zilmê rizgar bikin’

Rojdayê got ev saleke QSD’ê avabûna xwe îlan kiriye û got di vê avabûnê de Ereb, Kurd, Ermenî û Suryanî heye. Rojdayê bi lêv kir ku li Rojava qezencên girîng hatine bidestxistin û got van qezencan çete nerehet kirine û got: “Çeteyan li dijî gel pêkanînên dijmirovane pêk tîne. Serê mirovan jê dikin. zarokan dikujin. Tecawizê zarokan dikin. qadên jiyana mirovan dagir dikin. Ji ber vê jî em wek QSD’ê wê gelê xwe ji zilma çeteyan rizgar bikin.”

‘Wê jin aktîf beşdar bibin’

Rojdayê got ji bo pêngava azadkirina Bakurê Rakkayê gelek baş xwe amade kirine û got ew wek jin bi awayekî aktîf beşdarî pêngavê bûne û got ev pêngav di xeteke stratejîk te pêk tê û wiha berdewam kir: “Dijmin dixwaze vê xetê desteser bike. Armanca wan ev bû ku her sê kantonan ji hev bikin. hedefa wan ev bû. “

‘Hedefa me eve ku jinên dîlgirtî bên berdan’

Rojdayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hedefeke wan ya din jî eve ku jinên dîl hatine girtin bên berdan û got ew li dijî hemû êrîşên li hemberî jinê ne. Rojdayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo gel di nav ewlehiyê de bijî, ew wek hêzên leşkerî çi bikeve ser milê wan wê bike û got ew wek QSD’ê heta yek çeteyek jî bimîne wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

(hu)