Ji Nisêbînê Yasemîn: Bila korîdora jiyanê vebe

12:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dema ku ji aliyê YPD'ê ve daxuyaniya ji Nisêbînê vekişiyane hat, sivîlên Taxa Alikan (Tunç) dibin êrîşê denin. Yasemin Erkol ji nava taxê bi telefonê beşdarî pirogramê bû û diyar kir ku li gel wê bi qasî 35 kes hene û gelek ji wan jî zarokin.

Koordinasyona Giştiya YPS'ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan hêzên xwe ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê vekişiyane. YPS'ê ji bo sivîlên li nava Taxa Alika (Tunç) banga xwedîderketinê kir. Ji nava Taxa Alika Yasemin Erkol tevlî bernameya televizyona Med Nuçe bû û destnîşan kir ku li gel wê gelek zarok û dayîk heyne, gelek ji wan zarokan jî birîndarin. Yasemîn bilêv kir ku li cihê ew lêye bi qasî 35 sivîl hene û wiha domand: "Em nikarin kesê bibînin, em nikarin xwe bigihînin kesê. Em niha nikarin ji vêderê derkevin, em li benda alîkariyê ne. Her tim dengê çekan tê. Birîndarek giran û xwîn ji birînan diherike heye. Em nikarin xwînê dibin sekinandin. Av nîne, zexîre nîne. Deruniya zarokan xirabûye."

(dk/gc)