Li Şirnexê tevgera ambulansan a balkêş

14:16

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên qirkirinê didomînin, malan yek bi yek xera dikin. Li bajêr detaya ku balê dikşîne jî tevgera ambûlansan a ku ji duh ve didome ye.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê 73 roj in dewam dikin, hêzên dewleta Tirk malên gel bi teqemeniyan hildiweşînin û agir berdidêne. Hin avahiyên bi taybet li taxên Cûmhûriyet, Îsmetpaşa û Gazîpaşayê bi teqemeniyan hatin hilweşandin. Ji bilî ev taxên bi teqemeniyan hatin xerakirin, hin mal jî bi tank û panzeran hatin hilweşandin.

Şewata ku duh li Goristana Mezin a di nav sînorên Taxa Cûmhûriyetê de dimîne, heta derengê şevê dom kir. Ji ber destûra vemirandinê nehat dayîn, agir bi xwe temirî, beşek goristanê jî şewitî.

Li Taxa Yenî ku 3 rojên dawî mal yek bi yek têne şewitandin jî şewat didome. Li gel bi sedan malan, agirê li baxçeyên derdora taxê jî domahiya şevê dewam kir.

Dîsa, li taxên Aydinlikevler, Tekser û Vakifkentê jî çeteyên Qesrê bi panzeran guleyan li malan direşînin, hilweşîna li bajêr didomînin. Duh tevahiya rojê, li Taxa Bahçelîevlerê ku bi obusan lê didin, tax dabûn ber tank û panzeran. Gelek malên li taxê hilweşiyan.

Li bajarê ku tevgera hewayî bênavber didome, tiştê din ê li ber çav jî tevgera ambûlansan e. Ji duh ve zêdetirî 10 ambûlansan ji nexweşxaneya leşkerî ya li 23. Fermandariya Tûgaya Sînor a Jendermeyan derket, bi wesayîtên zirxî re ber bi Cizîrê çûn.

(kom/zt)