Fatmaya ji Sûrê: Dewletê winda kir
14:24
JINHA
AMED - Navçeya Sûr a Amedê bi mehane di bin dorpêçêde ye. Welatiyên piştî 'qedexa derketina kolanan' beşek rabû, çûn Sûrê û bertek nişanî texrîbatên mala dan. Ji Jinên ku çûn Sûrê Fatma Aydin got: "Gava dewlet li vir tine bû em aram bûn. Dewleta ku dibeje ciwan 'teror e', neketin male me xira nekirin, qatil nekirin, bi zorê neketin malên me û tecaviz nekirin. Li Sûrê têne teror dewlet bû." Fatmayê diyar kir ku dewlet bi 10 hezar leşkerên xwe ket Sûrê le dîsa bi ser neket.
Li Sûrê ev 6 mehin ku 'qedexeya derketina kolanan' berdewam kir. Di 22'ê Gulanê de li taxên Dabaoglu, Savaş, Fatihpaşa û bi giştî li 14 kolanan 'qedexeya derketina kolanan' bi dawî bû. Welatiyên ku piştî qedexeyê çûn taxe rastî malên xirakirî hatin û bertek nîşan dan. Welatiyên ku malên dîrokî didan jiyandin, bûn şahidê talana hêzên dewletê. Fatma anî ziman ku hêzên dewletê ew ji malên wan bi zore derxistine û wiha dom kir: "Li Sûrê têne teror dewlet bû. Em ê ti car Sûrê bernedin. Emê dîsa male xwe ava bikin û li hember hişmendiya desthilat berxwe bidinn. Em bi zorê derxistin le carek din hewl bidin ku me derxin, têne dikarin cenazeya min ji Sûrê derbixin."
‘Beriya dewlet bikeve Sûrê em aram bûn’
Fatma ya ku vegeriya ye mala xwe taxa Dabaoglu rastî, nivîsîn zayendî û talanê hatin. Fatmayê bi lêv kir ku heya ew saxbin wê nîvîse ku JOH- POH 'em hatin hun ne li vir bûn' jibîr nekin. Fatmayê diyar kir ku komkujiya ku li Kurdistanê tê kirin her tim bi gotina 'namusê' tê îfadekirin û wiha dom kir: "Bila ji wijdan, namus, hiqûk, ziman û çanda mirovan re rêzdarî bê nîşandan. Nivîsên li dîwaran hatin nivîsandin diyare ku dewlet li hember berxwedana gel bi ser neketine."
Fatmayê bi lêv kir ku Sûra berê xeyal dike û wiha direjî da gotina xwe: "Ji dema qedexe rabûye, ez her roj têm mala xwe. Ez xeyala Sûra 6 meh berê dikim. Berî ku dewlet bê Sûrê em aram bûn. Gava endamên YPS û YPS- JIN li ber mala me bûn, ewlehiya me hebû. Eger dewletê ciwanên berxwedêr qetil nekiriba, wêher tişt cuda ba. Dewlet bi xirakirina Sûrê baweriya me li hember xwe şikan. "
'Dewleta bi 10 hezar leşkerî ket Sûrê bi ser neket’
Fatmayê anî ziman ku ji bo dewlet bikeve Sûrê hemû hêza xwe ya leşkerî xistiye dewrê û dema bi ser jî nekêt hemû der xira kirin. Fatmayê destnîşan kir ku di heman demê de hêzên dewletê cihên dîrokî qetil kir. Fatma da zanîn ku dewlet bi 10 hêzar artêşa xwe ket Sûrê û dîsa jî li hember Kurdan tekçû. Fatma wiha avixî: "Dewleta ku bi 10 hezar artêşa xwe ket Sûrê li hember Kurdan bi ser neket. Dema dewlet têk çû kîna xwe ji eşyayên me derxistin. Ew dibejin qey em ê bi vî rengî Kurda bitîrsînin û welatê xwe biterikenin. Dewlet nikare bi dorpêçan me bitîrsînin. Bi sala ne em li hember zilma dewletê şer dikin. Şehîdên me çedibin mirovên me tên qetilkirin, lê dîsa jî me serî li dewletê netewand. Em ê tiştên ku ew daxwaz dikin ti car nekin. Em ê ti car serî ji zilme re netewen in."
'Teror yên ku ev 6 mehin li Sûrê komkujî kirine’
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de got divê piştî komkujiyê gelê Kurd bi rihê yekbûnê tevbigerin. Fatma diyar kir ku bila hemu kes zanibe li Sûrê têne terora dewletê heye û wiha berdeam kir: “Bila hemû kes wateya peyva terorê baş zanibe. Ye ku li Sûrê li ser diwara nîvîs nivîsîne û komkujî kirine li gorî vê peyvêne. Dewlet dibêje ciwan 'teror in. Lê wan zor li me nekiriye. Teror ya ku ev 6 mehe komkujiyê dike ye.”
(dt/hu)