Jinên Nivîskar ên tên darezandin: Emê nivîsînê berdewam bikin

15:15

JINHA

STENBOL - Ji ber nivîsên wanên di rojnameya heftaye ya Binewş a heftê carekî bi rojnameya Ozgur Gundemê tê weşandin, der barê Ayşe Berktay, Reyhan Hacioglu, Reyhan Çapan û Eren Keskîn de doz hatibû vekirin. Rûniştina yekemîn a dozê hat dîtin. Rojnameger û nivîskarên jin diyar kirin ku kesên bên darizandin ne ew in, kesên li Kurdistanê komkujiyan pêk tînin divê bên darizandin.

Nivîskar û rojnamegerên jin ên wekî atîvîsta mafên mirovan û wergervan Ayşe Berktay, rojnamegera jin Reyhan Hacioglu, midûra karê nivîsê ya berê ya rojnameyê Reyhan Çapan û Gerînendaya Weşana Giştî ya Berê Eren Keskîn ji ber nivîsên wanên di rojnameya heftane ya jinê ya Binewşê de hatin weşandin, der barê wan de doz hat vekirin, rûniştina yekemîn hat dîtin. Doza li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de, hunermend Ferhat Tunç û Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî piştgirî dan rojnamegerên jin.

Piştî danasîna nasnameyan, rojnameger û nivîskarên jin parastina xwe kirin. Jinên nivîskar di parastina xwe de diyar kirin ku wan rastiyên li bajarên kurdan pêk hatine nivîsîne. Jinên nivîskar destnîşan kirin ku dê rastî neyê darizandin, kesê bên darizandin dê yên li bajarên kurdan komkujî pêk anîne, divê bên darizandin.

Piştî parastinan, dozger nêrîna xwe ya der barê kêmasiyên dosyayan de divê bên temam kirin beyan kir û doz taloqî 29'ê îlonê hat kirin.

(zt)