'Ji bo parastina kujeran dadgeh di nava hewildanan dene'
15:38
JINHA
AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di çarçevoya çalakiyên Hefteya Kesên Di Binçavan de Hatin Windakirin de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan. ÎHD'ê balkîşand ser parastina kujerên windayan û wiha got: "Heya ku bi heqîqatê re rû bi rû neyên, edalet jî nayê vê erdnigariyê. Avakirina aştiya mayîn de, bi dîrokê re rû bi rû mayînê re girêdayî ye."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di çarçevoya çalakiyên 17-31 Gulan'ê Hefteya Windayên Navnetewî de li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila Winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hate vekirin û xizmên windayan wêneyên windayan û dovîzên li ser "Kujer diyare, kujer li kû ne", "Di 348 goristanên gişkî de 4201 winda hene" û "Em edaletê dixwazin" hat hilgirtin. Li ser navê xizmên windayan berdevkê Lijneya Windayan a ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin daxuyanî xwand û got ku hê jî tekîldarî darizandina kujerên windayan de tû lêpirsînên berfireh ne hatiye dest pê kirin.
Hasan dest nîşan kir ku dozên windayan ji bo demborînê di dolabên dadgehan de tên rawestandin û wiha axivî: "Dadgeh ji bo parastina kujeran hewl dide. Kiryara demborînê polîtîkayên necezakirinê ye. Kujerên ne diyar bi qîrkirina Ermeniyan re sala 1915'an re dest dest pêk iriye û heya îro jî berdewam kiriye. Lê em dizanin ku li vê welatê heya ku bi dayikên ku zarokên wan hatî winda kirin û kevirê goristana zarokên xwe digerin re rû bi bû neyên, li ser vê erdnigariyê gotinên edaletê jî ji xwe ye."
Rêveberên ÎHD'a Amedê jî bi daxuyaniyekê daxwazên xwe yên ji bo windayan anîn ziman û piştre û girse belav bû.
(zt)