Xebatên Şaredariya Hezexê dibin dorpêça polîsan de didome

16:58

JINHA

ŞIRNEX - Şaredariya Hezexê ku hewl dide binasaziya navçeyê ya ji aliyê hêzên dewletê ve bi tang û topan hatiye xerakirin çêke, rastî astengiyên polîsan te.

Şaredariya Hezexê ku hewl dide binesaziya navçeya Hezexê ya ji aliyê hêzên dewletê ve bi tang û topan hat xerakirin û 44 rojan di bin êrîşên dewletê de ma saz bike, lê dîsa rastî astengiyên polisan tê. Polîs hemû maşîneyên kar ên şaredariyê desteser kiriye û şaredarî xizmeta navçeyê di bin dorpêça polîsan de dike. Şaredarî li gel hemû astengiyan xebaten kanalizasyon û paqijiyê berdewam dike.

Şaredarî li gel hemû astengiyan xebatên xwe berdewam dike.

(kom/zt)