Êrîşên hember bakûrê Kurdistan û Şêx Meqsûd hat şermezar kirin
18:05
JINHA
KOBANÊ - Kongra Star rewşên ku li Bakûrê Kurdistan diqewimin û komkijiyên li ser gelê sivîl tên kirin û êrîşên li ser Şêx Meqsûd bi daxwiyaniyekî şermezar kirin.
Kongreya Star ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyek êrîşên ser Şêx Meqsûd û Bakûrê Kurdistanê şermezar kirin. Daxiyanî ji milê rêvebira Kongira Star Felek Yusiva hate xwendin. Di daxwiyaniyê de êrîşên li ser gelê Kurd û polîtîkayên AKP û PDK'ê bi tundî hatin şermezarkirin. Ser navê Kongira Star Felek wiha got, "Beriya her tiştî em berxwedana Bakurê Kurdistan silav dikin û piştigiriya berxwedana wan dikin. Em êrîşên li ser Bakurê Kurdistanê Nêsêbîn, Amed, Şirnex û Geverê şermezar dikin. Ji wê zêdetir rakirina destnedayîna parlementerên ku gelê kurd ji bo xwe hilbijartine û berdewam kirina êrîşên ku li ser gelê Şêx Meqsûd asta hevkariya de navbera AKP û PDK`ê diyar dike. Li hember destkeftiyên gelê kurd bi rêbazên cuda cuda di hevkariyê de hene. Ev rastiya herdu sîstemên ku li dijî îradeya gel disekinin. Ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Em ê wek jinên Kongerya Star li Kobanê bajarê Şehîdan ti carî nepejirînin ku tu kes destdirêjiyê li destkeftiyên bi bedelên giranbuha hatine standin, bike.
Daxiyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(bs/rc)