Jinên Efrînê: Hember êrîşan têkoşîna me dê bidome

09:01

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Jinên Efrînê têkîldarê êrîşê çeteyan hember Kantona Efrînê wek plana koçberkirina gel û valakirina herêmê nirxandin û gotin ku ew ê bi tu awayî dev ji axa xwe bernedin û têbikoşin.

Di pêvajoya dawî de Kantona Efrînê bûye navenda êrîşên dewleta Tirkiyê û çeteyan ku bermahiyên ENSK'ê jî ji wan re hevkariyê dikin. Jinên Kantona Efrînê bertek nîşanî van êrîşan dan û biryardariya xwe ya têkoşînê anîn ziman. Têkîldarê mijarê Şêrîn Hesen wiha nêrînên xwe parvekir, "Herkes pir eşkere dibîne ku ev êrîşên çeteyan bi alîkariya dewleta Tirkiyê pêk tê. Her wiha dewleta Tirkiyê bixwe jî gundên me topbaran dike. AKP'ê plan dike ku axa Rojava û bi taybet Kantona me bê însan bike. Planên wan ên valakirina vir heye. Çiqas êrîş bikin jî, em tu car ji malên xwe dernakevin û em ê li ber xwe bidin, em ji êrîşê wan natirsin."

'Dixwazin çavê gelê me bitirsînin'

Sîlvana Osman jî ev êrîş şermezar kir û got, "Erdogan û çeteyên girêdayî wî bi mentiqeke faşîst û dagirker êrîşê Rojava dikin. Di van rojan jî gundên Efrînê topbaran kirin. Erdogan wer dihesibîne ku gelê me çavtirsî bike û em dest ji axa xwe berdin. Vir axa me ye. Dîroka me li vire. Yên dagirker ew in û em destûr nadin polîtîkaya wan bi ser bikeve. Çawa me bi têkoşîna xwe heya niha hemû xeyalên dijminan di qirika wan de hiştine, em ê bi têkoşîna xwe ya mafdar dîsa wan di nav xeyalên wan ên gemar de bifetisînin."

'Bi awayeke eşkere zagona şer tê binpêkirin'

Emîne Mihemd li ser êrîşên dewleta Tirkiyê wiha got: "Bi van topbaranan gelê sivlî tê kuştin. Yanî du aliyên çekdar di nav şer de nînin. Çeteyên Erdogan ku ENKS'e jî bi wan re ne, bi çekên giran êrîşên sivîlan dikin. Bi awayeke eşkere zagona şer tê binpêkirin."

'Zîrveya însanî ya cîhanê dijmirovbûna Tirkiyê nedît'

Leyla Elî jî wiha got, "Ev Zîrveya Însanî li welateke pêk hat ku di hundir de li ser gelê Kurd qetlîaman pêk tîne, hem jî bi awayê herî bê exlaqî êrîşê Rojavayê Kurdistanê dike. Pir balkêşe ku vê Zîrveyê dijmirovbûna Tirkiyê nedît. Ev jî durûbûna hêzên Navnetewî û sextekariya wan nîşan dide. Tu welat an jî rayedarekê hesab ji Tirkiyê naxwazin. Ew bixwe bûne parçeyek ji vê rastiyê. Niha jî behsê koçberkirina Kurdên Bakûr dikin, jixwe plana wan ji bo Rojava jî wiha ye. Lê em tu car ji axa xwe dernakevin û em ê serî netewîn in.

(lç/rc)