'Dewlet taciz û tecawizê rewa dike’
09:02
JINHA
AMED – Endama DÎK’ê Guler Ozavci diyar kir ku di îstîsmara zayendî de, taciz, tecawiz û şîdeta li ser jinê de ‘ol’ tê bikaranîn û tê rewakirin. Gulerê got ku divê Diyanet bê rakirin û civak li dijî van sûcan bêdeng nemîne.
Bertekên li dijî pêşnûme kanûna Komîsyona Destberdanê ya TBMM’ê didomin. Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Guler Ozsavci komîsyon destberdanê û zîhniyeta ku taciz tecawizê vedişêre şermerzar kir û got kesên dibêjin ‘civaka oldar’ dikevin hewldanên tacîz û tecawizê.
Gulerê bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê bi pergala nû ya perwerdehiyê re tecawiz û îstîsmar zêde kiriye û got: “AKP’ê bi pergala 4+4+4 ji bo aliyê oldar bigihîne hejmara Îmam Hatîban zêde kir. Lê AKP’ê berovajî vê nifşekî bêahlaq gihandiye.
‘Kuştinên jinan zêde bûn’
Guler balkişand ser îstîsmara zayendî yên di bin Weqfa Ensar de û got îstîsmar ji nedîtîve tê û got: “Dibêjin bi carekê tiştek nabe û tecawizkar tên parastin. Di dema hikûmeta AKP’ê dekuştinên jinan zêde bûne. Daxuyaniyên saziyên dewletê cesaretê dide tecawizkarkaran û taciz û tecawizê rewa dike.”
Gulerê da zanîn ku divê civak bertekê vê bide û li dijî taciz û tecawiza bêdeng nemînin.
(hu)