Filmamed bi belgefilmê jinan berdam kir

09:30

JINHA

AMED - Mihrîcana Belgefilma a Filmamed di roja sêyan de beşek girîng da filmên jinan. Belgefilmên wek Sara, Rûyên Îlonê ya Jin,Tarîtiya Nêz, Şarpên Dirokê, Desmala Sor hatin nîşandan.

Li Amedê 4. Mihricana Belgefilman a Filmamedê di roja sêyan de bi beşa filmêns jinan berdawam kir. Mihricana ku bi şiara "Her der berxwedan her der sinama" tê li darxistin isal dîyarî İslam Balıkesîr ê ku di jêrzemina wehşetê ya Cizîrê de hatibû qetilkirin kirin. Belgefilmên beşên jinan bi belgefilma Sara despê kir. Ev belgefilma ku jiyana Sakine Cansiz yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê ye vedibêje bi eleqeyek mezin a jinan hat pêşwazîkirin. Di belgefilm de bi malbata Sakîne, hevalên wê yê çiya, hevalên wê yê girtîgehê re hevpeyvîn hatine çikêrin. Belgefilm cihek giring ji daye beşên pirtuka Sakîne a bi navê "Jiyana min her şer bû.”

Sinamahez a bi navê Leyla belgefilma Sara nirxand û diyar kir ku wê belgefilma Sara gelek merak kiriye û ji wê bûnê tevî ku karê wê hebûye ji bo temaşekirinê hatiye û ev tişt anî ziman: "Me ji berê de wê nas kir, lê naskirina me ya esasîbi mirina wê çê bû. Dema min film temaşe kir, ez pir hestiyar bûm. Têkiliyên wê yê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re tesirê li meriv dike; disa hiskirina wê yê mirovan bala meriv dikşîne. Leyla balkişand ser nişandana filmên jinan û wiha got: "Ji bo ku ked û dengên jinan derkeve holê xebatek xweş hatiye kirin. Ez sipas dikim ji wan re.”

Piştî belgefilma Sara Belgefilma 'Rûyên Îlonê ya Jin' hat nişandin. Ev belgefilm çîroka 32 jinên ku her yek ji wan cûda cûda ji cuntaya 12 İlonê tesîr bûye dibêje û behsa tevgera Femînêzmê ku di nav jinên Kurd de dibe tevgera azadiya jinê dike. Belgefilma ku derhêneriya wê Ayben Altunç dike tevî hemu zor û zehmetiyan ji peyama hêviyê dide.

‘Govend Serhildan e’

Desmala Sor ku derhinêriya wê Leyla Toprak dike ji bo Kurdan wateya govendê vedibêje. Di belgefilmê de hevpeyvîna kesên ku demek dirêj di girtîgehê de mane hene. Disa hevpeyvîna Sêvê Demîr ku li Silopiya hatibû qetil kirin ji alî temaşavanan bi baldarî hat gûhdarîkirin. Sêvê di belgefîlmê de govendê wiha terif dike: "Em govendê nikarin ji xwezayê gut bi nirxînin. Govend di insanda ifadekirina xwezayê ye. Dema me di nava çar diwaran de govend digirt diwar ji bo me tinedibûn. Ji ber ku govend ji bo me li hember pergalê serhidanbû.”

Tarîtiya Nêz ji behsa girtîgeha Amedê dike. Vi belgefîlm ji belgefilmê ku heya niha li ser girtîgeha Amedê hatine çêkirin cûdatir şahidiya jinên ku malê wan nêzîkî girtîgehê û bûnê şahidê rewşa girtiyan û malbatên wan derdixe pêş.

‘Biji Berxwedana dayikên Kurdistanê’

Şarpên Dirokê bi ser navê du welat yek êş derket pêşiya temaşavanan. Belgefilm çîroka jinek Arjantinî ku wê jî 39 sal berê kurê xwe hûnda kiriye û li hestiyê wî digere û çîroka dayikên Şemiyê gihandiye hev. Jina Arjantînî Nora Cortinas ji bo Dayikên şemiyê dikeve nav hewildanan; lê hewildanê wê encam nagrin. di dawiya film de bi dayikan re diçe gûnd û warên hatine valakirî û dibêje ‘Bijî berxwedana dayikên Kurdistanê’. Şarpa serê Daykên Şemiyê û daykên Arjantînê wek meteforek hatiye bi kar anîn û herî dawî dayika Arjantînî ji çarikên dayikên şemiyê dide serê xwe.

Yek ji belgefilmê jinan Di Şopa Dengan de ku cih dide deng lorîkên dayikan wê 29 gulanê seet fi 16.00’de derkeve peşberî temaşevanan.

(ma-dt/zt)