Jinên Qamişlo: Serkeftin yê gelê Kurde

11:07

JINHA

QAMIŞLO- Bi sedan welatiyên Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana Nisebînê û şermezarkirina arteşa Tirk a dagirker şermezar bikin, herikîn li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê. Li ser bangawaziya Meclîsa Gel a Qamişlo çalakiyek girseyî hat li dar xistin. Ewlehiya çalakiyê ji hêla Asayîşa Rojava û HPC, HPC-JIN hate girtin.

Duh êvarê çalakiya ji bo piştgiriya bakurê Kurdistanê bi tevlîbuna şeniyên taxa Hilîliyê hat li darxistin. Di çalakiye de ji bo piştgiriya bakurê Kurdistanê û berxwedana Nisebînê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûxan, li ser navê Kongra Star Xaliya Necar û Hevserokê TEV-DEM`ê Xelîl Osman û li ser navê Yekîtiya Oldarên Misilman Şêx Mihemed Xerzî axivîn.

'Serkeftin yê gelê Kurde'

Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir. Her wiha bi sedan welatiyan bi yek dengî dûruşmeyên "Em êrîşên li ser bakurê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê şermezar dikin", "Bimre xiyanet" û 'Bila cîhan hovîtaya dewleta tirk bibine" het berz kirin. Çalakvanan jî nêrîna xwe têkîldarê çalakiyê bi ajansa JINHA re parve kirin. Ji çalakvanan Suriye Xemo diyar kir ku ew bi armanca piştgiriya gelê bakûrê Kurdistanê çalakî pêk tînin û wiha got "Em dixwazin piştgiriya gelê xwe ye bakur bikin. Heta dawî em li pişt berxwedana gelan e. Em tu sînoran nas nakin. Rêya Serok Apo em bernadin. Hewce be em dayîk jî wê rakin çekan û parastina xwe bikin. gelê me yê li bakur bila serî ji Tirkan re netewîne. Serkeftin ya Gelê Kurd e."

'Em ji bo gelê Nisêbînê li ser sînorin'

Necah Yusiv jî wiha axivî, "Em ji bo gelê me yê Nisêbîne li ser sînorin. Em hovîtiya dewleta Tirkiyê şermezar dikin. Bila dewletên navnetewî hovîtiya dewleta Tirk bibînin. Bila cîhan dengê me seh bike. Bijî Serok Apo."

'Gelê Kurd tu carî serê xwe natewîne'

Peyman diya Ala nerazîbûna xwe wiha anî ziman, "Em bang hemû huquqnasan dikin da ku dengê gelê Kurd û êşên wan seh bikin. Di nav van dengan de di nav van topan de mirov dijîn. Şev û rojên me tevlî hevbûye. Em dibêjin bila hemu mirovên xwedî wîjdan bila van qêrînan seh bikin. Gelê Kurd îro şiyar bûyê, êdî tu carî serê xwe natewîne. Em berxwe didin û emê berxwe bidin. "

(gb/rc)