Rûken pisîka xwe û Sura berê dixwaze

11:36

JINHA

AMED - Hêzên dewletê bi talan û qatlîaman Sur xirakirin û Rûken (12) jî ji pisîka wê qutkirin. Rûken a ku 6 mihe li pisîka xwe digere got: "Ez beriya her tiştî Sura berê û pisîka xwe dikim."

Li navçeya Sur a Amedê nêzî 6 mihan 'qedeya derketina kolanan' berdewam dike. Hîn jî li 5 beşê taxên Surê qedexe berdewam dike. Tenê 17'ê gulanê qedexe li 3 tax û 14 kolanan dawî bû. Welatiyên piştî beşek kedexe rabû çûn taxan li malên xwe geriyan. Hêzên dewletê hemu tiştên dîrokî hezar sal talan kirin û hemu tiştên zindî nîşan girtin û qatilkirin. Li kolanên Surê dîmenên heywanên ku dibin panzeran de hatin perçiqandin tên dîtin.

Hêzên dewletê dîroka hezar salan ku di bedenên Surê de dihat jiyandin talan kirin. Bi tinekirina dîrokê re bawerî û girêdana navbera xwe û zaroka (12) de qut kirin. Piştî 'qedexeya derketina kolanan' welatî çûn darê malên xwe û çavê Rûken jî li pisîka we Gaffoş di geriya. Rûken piştî qedexeya li Taxa Dabanoglu neçar ma, derket. Weke gelek tişan Rûken pisîka xwe jî li Surê hişt. Çavê Rûken hertim li pisîka wê di geriya. Rûkena ku her roj ji bo pisîka xwe bibîne diçe Sûrê û herî dawî di jerzêmînekê de dibîne. Rûken diyar kir ku wê gelek bêriya pişîka xwe dikiriye û wiha berdewam kir: "Pisîka min zirar ne dida tukesî çima pisîka min kuştin. Min gelek bêriya pisîka xwe kiriye. Dema qedexe hebû her roj ez dayika xwe dihatin Surê û çavên min hertim li pisîke digeriya. Min digot polîsa ez ji bo pisîka xwe hatime destur bidin ez herim lê destur nedidan ku ez herim. Deme mala me hatibû xirakirin, em li malekdinê dirazan, her roj min min di xewa xwe de pisîka xwe didît. Ez pisîka xwe dixwazim."

'Ez carek din pisîk nastînim'

Rûken diyar kir ku berî qedexe bê îlankirin kolanên Surê hertim tijî heywan bûn û ew bi tenê nedima û wiha dom kir: "Em hertim bi hevalên xwe re li kolanên Surê qotî dilîstin. Pisîka min jî bimere dilîst û hertim li gel min bû. Li vir hevalên min tuneye. Hêzên dewletê serê pisîka min bi keviran perçiqandi bûn û eşyayên mala me hemu belav kiribûn. Piştî qedexe rabû zarok dihatin li malê xwe li pêlîstokên xwe digeriyan. Ez jî li pisîka xwe û Sura berê dixwazim. Ez carekdin pisîk nastenim dê wê jî bikujin."

(dt/zt)