Ji jinên BÎKG’ê bo jinên Cizîrê piştevaniya melhefê
12:06
JINHA
STENBOL- Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo her jiyanekê odeyek’ endamên BÎKG’ê melhefên li Stenbolê çêkirin ji bo piştgiriya Kurdistanê difiroşin û banga piştevaniyê li hemû jinandikin.
Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) bi armanc aku birînên li Kurdistanê bikewînin û di çarçoveya kampanayay ‘Ji bo her jiyanekê odeyek’ hatin cem hev, xebatek kolektîf meşandin û bi projeya xwe ya nû, li ser melhefên sipî bi boyaxê nexweşan dikin. Jin keda xwe jî tevlî van hilberînan dikin û jiyanek kolektîf û komunal ava dikin, wateya piştevaniyê zêdetir dikin. Endama BÎHG’ê Zehra Şenoguz û Zale Karedemîr têkildarî kampanyayê de axivîn.
Gelek malbat hewcedariya wan hene
Endama BÎKG Zale Karedemîr got wê kampanyaya boyaxkirina melhefan heta dawiya meha gulanê bi dawî bikin û kampanyayek nû bidin destpêkirin û wiha got: “Me di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo her jiyanê odeyek’ melhef boyax kirin. Hevalên me yên ji vê fêm kirin hatin û li atolyeyê dixebitin. Melhefên me ji dema ku em çûn Sûrê mabûn. Me ew rengîn kirin. Em hilberînên xwe di standan de difiroşin. Em dişînin ji Cizîr, Sîlopî, Şirnex, Hezex û Nisêbînê. Gelek malbat hewcedariya wan bi tiştan heye. Emê seranserê havînê bernameyên cuda pêk bînin.”
‘Li wir êşek mezin heye û ew melhefên sipî didin serê xwe’
Zale got ew çûne herêmên ku qedexe lê hebûne û wiha got: “Em destpêkê çûn Sûrê. Lê em nekarî bikevin Sûrê. Piştre me got em tiştekî bikin. Me wek BÎKG’ê çalakiyên nobetê pêk anîn û em ji êşan re bûn hevkar. Me xwest em êşa wan mirovan parve bikin. Me xwest em bi zarokên wan re demê derbas bikin. Tevî van zextan dayikên melhefên spî serê xwe de dikin hatin ber çavê me. Me got xwezî ruyê wan bikeniya û wan tiştên rengîn bida serê xwe.””
‘Divê jin bikevin hewldanê’
Zale bi lêv kir ku divê jin êdî dest bavêjin kar û divê jin li her derê hebin. Zale bi lêv kir ku xebatên wan demeke dirêje berdewam dike û got divê ew li cem jinên Kurdistanê bin û divê her kes di ferqa wê de bin.
Zale navnîşan standên ku demek nêzde wê vebe û kesên dixwazin di xebatê de cih bigirin, da û got: “Di 29’ê Gulanê de wê standa me li Beyoglufestê be. Bernameya me ya Egîtîm-Sen ya Şaxa Zanîngehan bi armanca piştevaniya ‘akademîsyenên ji bo aştiyê’ di 28’ê Gulanê de li Caferaga standê vedike. Mirov dikarin bên piştgiriyê bidinê. Navnîşana hewldana jinê ya ji bo aştiyê ‘bariskadingirisimi@gmail.com’ e. Dikarin li ser vê xwe bigihînin me.”
‘Em bi taybet bang li jinên ciwan dikin’
Endama BÎKG Zehra Şenoguz jî got: “Em hem hemû ji bo piştevaniyê dixwazin tiştekî bikin. Ev xebat ji bo hatina cem hev û motîvasyonê gelek girînge. Em tiştên hildiberînin difiroşin. Xebatên me ne profesyonelin amatorin. Ji temenê cuda kes hene. Bi taybet em bang li jinên ciwan dikin.
Zehrayê got her wiha ew her tim di mîtîngên protesto û piştevaniyê de ne.
(hu)