'Bila destên xwe yên qirêj nedin malên me'

12:10

JINHA

ŞIRNEX - Jina bi navê Gulsum Oral a ji ber zil û zora dewleta tirk a dagirker ji cih û warê xwe koçber bû û li derveyî bajêr di konan de têkoşîna jiyanê dide, bertek nîşanî biryara îstimlaqê da û ev tişt got: "Bila destên xwe yên qirêj nedin malên me, em dê li cihê wan kona ji xwe re vegirin."

Ji ber dorpêç û êrîşên dewleta tirk, bi hezaran welatiyên Şirnexê li ser axa xwe koçber bûn, dest ji axa xwe bernedan û li derveyî bajêr di konan de dijîn. Welatiyên li derveyî bajêr di konan de dijîn, pirsgirêkên av, paqijî û zatên bingehîn dijîn û li benda vegerê ne. Welatiya 38 salî Gulsum Oral a ku ji ber zilma hêzên dewletê koçber bû, ev 2 meh e di şertên zehmet de têkoşîna jiyanê dide.

Gulsum her roj ji dûr ve hovîtiya hêzên dewletê ya li hemberî bajêr temaşe dike û der barê vê hovîtiyê de wiha diaxive: "Em di konan de dijî, lê nikarin razên. Konên me di bin xetereya bombebaranê de ye. Ji ber bombebaranê erd diheje. Em gelekî ditirsin. Zarokên me nikarin derkevin derveyî konan."

Mafê tenduristiyê nadin wan

Gulsum got ku bi germbûna hewayê re jiyana di konan de jî gelekî zehmet bûye û ev tişt got: "Em pêwistiya xwe ya avê bi tankeran pêk tînin. Dîsa mafên meyên tenduristiyê ji destê me hatiye girtin. Em ji bo tedawiyê diçin bajaroka Dêrgûlê ya Cizîrê."

'Em dê ji kesî minet nekin'

Gulsum aşkera kir ku dewleta tirk dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike, kurdistaniyan bişîne bajarên Tirkiyeyê û wiha pêde çû: "Her çendî li vir jiyan zehmet be jî li bajarên cuda di bin mineta gelên cuda de jiyankirinê gelekî çêtir e. Tenê bila gelê kurd bi ser keve, em tiştekî din naxwazin."

Gulsum destnîşan kir ku hemû daxwazên aştiyê yên gelê kurd ji hêla dewletê ve bi şer hatiye bersivandin û got ku ew dê li hemberî hemû şert û mercan jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Gulsum bal kişand ser dethilatdariya faşîst a dewleta tirk jî û wiha pêde çû: "Erdogan dibê ez dê gelê kurd tune bikim. Em dê li ber xwe bidin. Me dest nedaye ser malên wan, em di mala xwe de dijîn. Em dê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin, me hemûyan jî di vê têkoşînê de xizmên xwe winda kiriye. Ji malbata me 6-7 kesan di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane."

'Bila dest nedin malên me'

Gulsum bertek nîşanî biryara îstimlaqê jî da û da zanîn ku destpêkê malên wan hatine şewitandin niha jî destaser dikin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Bila destên xwe yên qirêj nedin malên me, em dê konên xwe li cihên wan daynin. Em dikaribûn biçin Enqere û Stenbolê jî lê em dê dest ji axa xwe bernedin. Em dê di binê van konan de bijîn lê em ê neçin bajarekî cuda. Em biçin wir jî dê jiyanek ji bo me tune be."

Gulsum bertekên xwe yên der barê tenêhiştina gelê herêmê de jî anî ziman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em dixwazin her kes xwedî li vir derkeve. Li hundur çi diqewime em nizianin. Divê her kes rewşa gelê vir bipirse. Em pariyek nan jî bi rihetî nikarin bixwin. Divê her kes berê xwe bide Şirnexê."

Welatiya bi navê Emîne Cesur jî di kon de jiyana xwe berdewam dike û da zanîn ku ew ji ber bombebarana bajêr gelekî diqehire û ev tişt anî ziman: "Ji ber zilma dewletê bajarek bi tevhî mehkûm jiyana konan hatiye kirin. Ji malbata me gelek kes di berxwedanê de têdikoşin. Divê em li berxwe bidin. Em li ber xwe nedin, em dê mexdûr bin. Em dê dest ji axa xwe bernedin, em dê bi kude biçin."

(kom/zt)