Topbarana ser taxên Nisêbînê giran berdewam dike
13:04
Gulan
27
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - YPS'ê ligel ku aşkera kir hêzên xwe ji navçeya Nisêbînê kişandine jî bombebarana hêzên dewletê ya li dijî taxan didome. Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî tax dorpêç kirine û taxan bombebaran dikin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexe di roja 74'emîn de ye. Li navçeya ku bombebaran tê kirin li ser taxan dû bilind dibe û ji wesayîtên zirxî tax bi dijwarê tên bombebarankirin.
Kordînasyona YPS'ê bi daxuyaniye aşkera kiribû ku li Nisêbînê hêzên xwe vekişandine û banga xwedîlêderketina sivîlan kiribû.
(kom/zt)