Li Xaneqînê Bîrdariya Jinên Şoreşger vebû

13:15

JINHA

XANEQÎN - Ji aliyê RJAK'ê ve Birdariya Jinên Şoreşger bi merasîmekê hat vekirin.

Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK)’ê bi merasîmekê ku tevlîbûna jin, hizb û rêxistinan li Goristana Xidir Zende ya Diyala ya Xaneqînê Birdariya Jinên Şoreşgerên Kurdistanê vekirin. Di destpêka merasîmê de peyama RJAK’ê ji aliyê Mihabad Fayeq ve hat xwendin. Mihabad got; “Di xebata rizgariya gelê me de, weke Kurd ji kêm heya zêde rolê jinan çêbûye. Di xebatên demên buhrî de jî rola jinê çêbûye. Belê li gel serhildana tevgera azadiya rizgarî neteweyî li Bakûrê Kurdistanê, bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan jinan cihê xwe dinava xebat û berpirsiyartiyek mezin de girt.”

Mihabad wiha berdewam kir; “Em weke Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê, bi xeta berxwedêr a jinan serbilind in. Weke manîfestoya jinan, têkoşîn û xebatê ji bo xwe erka sereke dibînin. Weke RJAK xwe weke piştgiriya ji bo hemû jinan dibînin. Bi taybetî jî ji bo jinên berxwedêr û têkoşer.”

Piştî xwendina peyama RJAK’ê, Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya herêma Germiyan Yusra Receb jî ku peyama Tevgera Azadî xwend, wiha ragihand; “Jina Kurd her di destpêka planên qirêjên dagirkerên Kurdistanê heya roja îro, bi ruhek şoreşgerî parastina gel, niştîman û xaka xwe dikin. Her di vê demê de du cûr şoreş destpê kirine. Şoreşa yekem li dijî dagirkerên xaka wan bû. Şoreşa duyem jî li dijî feraseta zeyendperest û mêrsalarî bû. Ku vêna jî destê dagirkeran li pişt e. Ji ber ku her di mêjoyê de timî dijmin hêz û kesayeta jina Kurd kiriye hedefa xwe ya êrîşê.”

Piştre jî peyama Rêvebertiya Giştî ya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya Hember Jinan a Germiyan, Yekîtiya Jinên Kurdistan, Mekoy Kelar a Tevgera Goran, Yekîtiya Afretên Kurdistanê jî hatin xwendin.

(zt)