JINHA: Em xelatê diyariyê jinên li qadên rêveberiya xweser hatin qetilkirin dikin

17:06

JINHA

ENQERE- 6’emîn Xelata Evrîm Alataş ya ÎLEF a li dijî Newekheviyê, hêjayî Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat dîtin. Li ser navê ajansa me nûçegîhan Duygu Erdol xelat girt û got ew vê xelatê di şexsê Sêvî Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar de ku di 4’ê çile de li Sîlopiyê hatin qetilkirin, diyariyê hemû jinên ku li qadên rêveberiya xweser jiyana xwe ji dest dane û bedena wan hatine teşîrkirin, dikin.

6’emîn Xelata Evrîm Alataş ya ÎLEF a li dijî Newekheviyê, hêjayî Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat dîtin. Merasîm bi sînevîzyona ku Evrîm vedigot hat destpêkirin. Ligel strana ‘Dayê-Rojek tê’ çîroka jiyana Evrîm û rojnamegeriya wê hat vegotin.

‘Çima JINHA?’

Piştre vîdeoya ‘Çima JINHA’ ku pêvajo vegot û sedema dayîna xelatê vegot, hat nîşan dan. Xwendekarna di vîdeoyê de diyar kirin ku, xelat ji ber têkoşîna jinê û îstîhdama jinê tê nasîn, zimanê serdest yê mêr û feraset hatiye şikandin, nûçegîhaniya li ser esasa maf tê kirin û bûye dengê her cudahiyan, hatiye dayîn.

Girîngiya JINHA’yê

Xwendekaran girîngiya JINHA’yê wiha rêz kir: Di şikandina zayenperestiyê de, li ser wekheviya zayenda civakî nûçeyan çêdike, newekheviyê derdixe holê û her wiha li dijî komkujiyê Cizîr û Sûrê nûçegîhaniya JINHA’yê girînge. Em berxwedana JINHA’yê pîroz dikin. Bijî JINHA, Spas JINHA.”

Piştre derbasî merasîma xelatê hat bûyîn. Xelat ji aliyê rojnamegerên me Mizgîn Tabu û Duygu Erol ve hat girtin. Duygu Erol behsa Evrîm Alataş kir û got: “Evrîm Alataşê di salên 90’î de heqîqet dinivîsî. Îro sal 2016’an de ye. Bedena jinan li kolanan tê teşîrkirin. Em wek JIHNA vê pêvajoya dijwar dinivîsin. Emê bidomînin jî. Em xelatê di şexsê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar k udi 4’ê Çile de li Sîlopiyê hatin qetilkirin de diyariyê hemû jinên ku hatin qetilkirin û bedena wan hat teşîkirinê dikin.”

‘Em zimanê çapemeniyê diguherin’

Piştî Duyguyê xebatkara JINHA’yê Mizgîn Tabu jî axivî û got ew bi dirûşmeya ‘Em zimanê çapemeniyê diguherin. Piştî me wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ di 8’ê Adara 2012’an de ketine çapemeniya cîhanê. Mizgînê got: “Me bi 7 jinan dest pê kir. Îro bi sedan jin hene. Me wek alternatîfa alternatîf cihê xwe girt.”

(hu)