'Hember êrîşan bêdengî hevkariye'
09:02
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Endama Meclîsa Zagonsaz a bajarê Til Temir Hayîstan Xelef, êrîşên li ser Rojava û Bakûrê Kurdistanê weke dûbarekirina hevpeymana Sykes-Picot nirxandin kir û diyar kir ku dewleta tirkiyê bi êrîşên xwe wê nekaribe vîna gelê kurd têk bibe.
Êrîşê dewleta Tirkiyê yê li ser herêmên bakûrê Kurdistanê rastî bertekê jinên Rojava tê. Endama Meclîsa Zagonsaz a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Hayîstan Xelef êrîşên li ser Rojava û Bakûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Li dijî berxwedaniya gelê kurd li Bakur û Rojava, êrîşên tund ji hêla dewleta Tirkiyê ve tên meşandin. Hemû êrîşên ku tên kirin bi armanca valakirina heremên kurdan in. Mîna ku berî sedsalan hevpeymana Sykes-Picot bi heman armancê hate kirin. Îro heman polîtîka ji hêla AKP'ê tê kirin. Ev çend care ku AKP'ê sînorê di navbera Bakur û Rojava derbas dike, bi vê yekê dixwaze Rojava û Bakur tam ji hev qut bike. Her wiha bi destekdayîna dewleta Tirkiyê ya ji çeteyên DAÎŞ'ê re, her ku diçe li heremên kurd ango li Rojavayê Kurdistanê teqîn û komkujî pêk tên. Di encamê de sivîl tên qetilkirin."
'Bêdengî hevkarî ye'
Hayîstan da zanîn ku bêdengî li hember êrîşan hevkariye û wiha pêde çû, "Li Şêx Meqsûd her roj sivîl tên qetilkirin, çekên kîmyewî tên bikaranîn. Tevî ragihandina agirbestê hîna jî roj bi roj êrîşên opozisiyona Sûriyê û ENKS'ê li ser sivîlan zêdetir dibin. Her kes li beramberî van komkujiyan jî bêdeng û bê helwest e. Qêrîna zarokên Şêx Meqsûd dighêje tevahî cîhanê, lê mixabin cîhan li beramberî wan çavê xwe girtî û guhê xwe ker kiriye. Bila ji bîr nece ku bêdengî hevkarî ye. Li Bakurê Kurdistanê jî ev 8 meh in ku berxwedana xweseriyê didome. YPS, YPS-JIN û gel bi hev re li dijî polîtîkayên qirkirinê yên ku ji hêla dewleta Tirkiyê ve li ser gelê kurd tên kirin, têkoşînekî bi mînak didin."
'Mirovahî tê qetilkirin'
Hayîstan rola rêxistinên hevkar jî bi bîr xist û wiha axivî, "ENKS'ê jî bûye hevkarê van planên qirêj ku dixwazin pê careke din Sykes-Picot dubare bikin. Her wiha di çarçoveya vê planê de, deriyê sînor ê Sêmalka ji hêla PDK'ê ve di roja civîna îlankirina biryara Sîstema Federal Demokratîk Rojava-Bakurê Sûriyê de hate girtin. Ev kiryar hemû, tenê bi armanceke tên kirin. Ji bo tunekirina vîna gelê kurd û binxistina destkeftiyên ku piştî berxwedaniyên mezin bidestxistine ye. Berxwedaniya Xweseriya Bakur berxwedaniyekî ne ji rêzê ye. Li hemberî wê jî hovîtiya leşkerên Tirk bê navber didome. Li Şirnex û Nuseybînê ber bi sê mehan ve diçe ku AKP'ê bi hemû curên qetilkirin pêk tîne. Êrîş di asta bikarînîna çekên kîmyewî ye. Dîsa jî ti kes dengê xwe nake, mixabin mirovatî li wir tê qetilkirin, lê dengê ku ji cîhanê bêje êdî bes e tuneye."
'Gelê Kurd dê hêviyên jiyana azad pêk bîne'
Hayîstan wiha dawî li gotina xwe anî, "Gelê ku bi vîna xwe ji bo gihiştina azadiyê berxwedaniyê bide meşandin û bi xwe bawer be, ti caran wê hovîtiya dijmin bandorê lê neke, her wê bi vîna xwe dijminê hov tevî hevakrên wan vala derxîne û bi lehengî dikare hêviyên jiyaneke azad pêk bîne."
(hs/rc)