Li Çewlîkê jinên Romen bi xizanî û nexweşiyê re rû bi rû ne

09:02

Şehriban Aslan / JINHA

ÇEWLIG - Romenên ku bi salan e li bajarên ku dijîn rastî newekhevî û biçûxistinê tên, li Çewlîkê bi gelek pirsgirêkan re rû bir û ne. Jinên ligel betalî û xizaniyê wê xaniyê wan jî jê bên girtin, ji ber çemê qirêj bi nexweşiyan re rû bi rû ne.

Romenên li her derê rastî newekheviyê tên, tenê daxwaza wan eve ku welatîbûna wekheve. Lê Romenên li bajarên Kurd û Tirkiyeyê dijîn, di şert û mercên xerab de dijîn û ji newekheviya li dijî wan bi gazincin. Romen di mijarên sereke yên mafê mirovan de yên wekê perwerde, îstîhdam, tenduristî û starbûnê de terkî qedera wan hatine kirin. Romenên li Çewlîkê jî di heman şert û mercan de dijîn.

Romenên li taxa Înonu ya Çewlîkê dijîn, ji ber ava qirêj ya ligel taxa wan diherike, bi nexweşiyan re rû bi rû ne. Ji qirêjiyên bihûk derdikevin û dora taxê jî bi avahiyên bilind her diçe tên girtin.

‘Dewlet kengî bixwaze wê me derbixe’

Jinên Romen ku ligel newekheviya li ser Romenan, rastî zextên mêran jî tên, dema pirsgirêkên xwe tînin ziman navê xwe nadin. Jinekê got xaniyê wê her tim nemê dikişîne û wiha got: “Xaniyên em têde dijîn, tenê navê wan xanîne. Zivistanê sarin. Zivistana Çewlîkê gelek zehmete. Ava baranê hemû dikeve mala me. Em hine kastim, hinek broşitin. Lê em neçarin li viri bijîn.”

‘Wê xaniyê me hilweşînin, emê ku de biçin’

Jina ku nexwest navê xwe bide got ereziya ku xaniyê wan lê ye ereziya weqfê ye û got wê ji aliyê dewletê ve bê girtin û got: “Em di alî aborî de jî zehmetiyan dikêşin. Romen li her derê Tirkiyê rastî zehmetiyan tên. Standardên jiyana me hemanin. Cihên em lê dijîn ne yê me ne. Dewlet kengî bixwaze dikare bigire. Di rojên pêş de ev der wê bên hilweşandin. Em nizanin em çi bikin. Havînan mirov dikarin li çiyan û derve bimînin. Lê zivistan zehmete. Pereyê me hebûya me yê tenê cihê ku lê diman bikiriya. Her kes dibêje qey em ji kêfî koçberî dijîn. Lê nizanin ku di rewşek wisa de wê kêf li ku be.”

‘Bîhna çem me bêzar dike’

Çemê Çapakçur yê ligel malên wan derbas dibin, nexweşiyê belav dike. Jinan diyar kirin ku bîhnek pîs ji çem tê û mêş û bihûk tên malên wan. Jinan destnîşan kir ku bi salane tê gotin wê bê paqijkirin lê hîna nekirine.

(hu)