Li Colemêrgê dema berhevkirina pincar

09:03

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Jinên gundê Bayê yê Colemêrgê ji bo ku debara malê bikin berê xwe didin zozanan û diçin pancar kom dikin.

Li gundê Bayê jin sere sibehê zû bere xwe didin zozanan û gîyayên ku ji bo tendûristiya mirov baş tên kom dikin her wiha jin bi giyayên sîyabo, bûk, û catirê xwarinên herî xweş çê dikin. Jina bi navê Begiye Arikan diyar kir ku ew gava diçin zozanan bi komkirina pincar re bêhna wan jî fireh dibe û wiha axivi; "Em serê sibehê zû radibin malbat bi hev re diçîn zozanan. Bi rastî giyakom kirin kedê dixwaze, em bi piyan diçin ji ber wê jî pir diwestin. Gava em êvaran tên malê dîsa em nasekinin, ew giyayên ku me kom kirî jê xwarinên cûr bi cûr çê dikin. Destpêkê ew giyayên ku me komkirî, em paqij dikin piştre li ser kûçikan dikelinin paşê jî em bi rûnî didin û amade dikin ji bo xwarinê. Em ji bo demsala zivistanê jî dikîn qutîyan zivistanan ji hem ji bo xwarinê hem jî jî bo firoşinê amade dikin."

Begiye anî ziman ku giyayê ew kom dikin ji bo tendûristiya mirov jî başe û wiha domand; "Jin cûda diçin mêr jî cûda diçin zozanan. Em jin bi hev re giyayên herî ji bo me qedîm kom dikin. Yên ku ji bo nexweşiya jinan baş catirê bi pîranî dînin, ji ber ku catir di nav xwarinan de bikar dînin. Pincarên em kom dikin ji bo tenduristiyê jî gelek başe."

'Em naxwazin qadên me yên jiyanî bên teng kirin'

Hayat Beyter jî ; "Em bi hilberîna axa xwe dijîn, ji bo wê jî pêdiviya me bi tiştên bajaran nabîne. Ew giyayên ku em kom dikin, em jin bi hev re paqij dikin û xwarinan jê çê dikin. Em diwestin lê jiyana me wisa pir xweşik e. Em naxwazin ku qadên me yên jiyanî bên teng û qedexe kirin. Ger zozanên me nebin emê çawa jiyana xwe rêve bibin?"

(zt)