Fusun Demîrel: Hunermend divê xwedî seknek muxalîf be

09:12

Hîkmet Tunç - Gulfîdan Ataman/JINHA

WAN – Hunermend Fusun Demîrel got li Tirkiyeyê humermendê rastî divê xwedî seknek muxalîf be û divê li cem gel cih bigire. Fusunê got: “Terza me hunermendên muxalîf bi awayekî muxalîf berdewam kir. Ji vir şûnde jî em tawîzê ji sekna xwe nadin. Em bawer dikin ku bi pergaleke hatiye avakirin huner dikare hebe.”

Li Tirkiyeyê di demên dawî de hewl tê dayîn ku huner û hunermend bigirin bin kontrolê û huner û hunermend bi rewşên zor re tên rû hev. Yek ji vê mînaka herî baş hunermenda sînemayê û şanoger Fusun Demîrel e. Fusun di rojên berê de jib o şanoya ‘Dersên Evînê’ hat Wanê. Fusunê pêvajoya zehmet û rewşa hunermend û hunerê ya li Tirkiyeyê nirxand.

Fusunê got di demên dawî de gelek zehmeteke huner bê kirin û got: “Ez ji bo şanoyê hatim Wanê. Ji bo Şanoya ‘Dersên Evînê’ me li Tirkiyê turne çêkir. Di salên dawî de pêkanîna hunerê gelek zehmete. Huner rast eve ku divê di alî civakî û siyasî de her tiştî binirxîne.

‘Bi hestên netewperest mirov nagihêjin cihekî’

Fusunê got lîstika ‘Dersên Evînê’ eleqeyek mezin dîtiye û got: “Ev lîstikek evîn û hezkirinê ye. Min got ger em nekarin hev hîs bikin û dest bidin hev bila ev jiyan biqede, em bi hev re bimirin. Me jî di fîlmê Handan Îpekçî de yê ‘Mêrê mezin evîna biçûk de’ vegot. Di wî fîlmî de jî hemû di vê civakê de bi hev re dijîn. Kurd, Tirk, Ermenî û Çerkez bi hev re dijîn. Ev nîmetekî mezine, dewlemendiyek mezine. Mirov bi hestên neteweperest nagihêjin cihekî.”

‘Huner di bin sansurê de ye’

Fusunê got divê hunermend li cem gel cih bigire û divê teqez hunermend xwedî nêrîneke rexnegir be û sekna muxalîf nîşan bide. Fusunê wihagot: “Sekna me hunermendê muxalîf her tim muxalîf berdewam kir. Ji vir şûnde jî em tawîzê nadin. Em bawer dikin ku pergaleke avakirî wê huner hebe. Hewecedariya her kesî bi rexneya hunerê heye.”

Fusunê da zanîn ku mixabin di roja îro de huner peywira xwe ya rexnegiriyê pêk nayne û got hunermend heta kare divê bifire, bi awayekî azad, ji ber ku ancax wisa xeyal xwe ava dike, xeyal jî pir tiştan tevlî civakê dike.

Fusunê wiha berdewam kir: “Ji ber zextên di salên dawî de li Tirkiyeyê tên jiyîn, di hunerê de kontrolek xweser mijara gotinê ye û ji ber vê sedemê jî hunermend bi fikarin. Ji bo hunermendek bi awayekî serbixwe û azad hunerê hilberîne, gelek zehmeteke ku xwe îfade bike.”

‘Hunermend tên lînçkirin’

Fusunê destnîşan kir ku hedef nîşandana hunermendan ne tiştekî nû ye û got: “Nazim Hîkmet, Ruhî Su, Zulfî Lîvanelî, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya êşên mezin kişandin. Niha dîsali ser hunermendan zext hene. Hinek ji saziyan tên avêtin, hinek di civakê de rastî lîncê tên.”

(hu)