Li Nisêbînê malên vala tên bombekirin

09:15

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên dewletê yên bi ser taxên berxwedanê yên Nisêbînê de, tevlî daxuyaniya paşvekişînê ya hêzên YPS'ê jî berdewam dike. Taxa Koçera û Newrozê di bin êrîşên dewletê de ye. Li gorî agahiyên heremî beriya ku sivîlên li bajêr bên tehliyekirin û piştî ku bên tehliyekirin hêzên dewletê êrîşên giran bi ser taxan ve dibin.

Êrîşên di bin navê "Qedexeya derketina kolanan" ya bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê ve ji 14 adarê ve tê birin berdewam dike. Tevlî ku hêzên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) daxuyanî dan û gotin "Me hêzên xwe ji Nisêbînê vekişand" jî, hêzên dewletê êrîşên xwe yên bi ser taxên berxwedanê yên Nisêbînê de dibe. Li gorî agahiyên ji welatiyên Nisêbînê hate girtin, piştî sivîlên li taxa Elîka (Yenîşehîr-Dîcle) hatin derxistin, 12 saetan taxên berxwedanê bi çekên giran hatin bombeberankirin. Welatiyên ku têkîldarî êrîşên di rojên dawî de agahî dan aşkere kirin ku ji balafiran hin bombe hatine avêtin, vê bombeyê ewil şewqekî mezin daye der û piştre teqînekî mezin pêk hatiye. Welatiyan anî ziman ku bombebaranê dem dirêj berdewam kiriye.

Dengê çekan yek alî bilind dibe

Hêzên dewletê ji avahiyên li ser rêya Îpekê, Qada Newrozê û malên li herema Weysîkê bi cih bûne hundirê kolanên taxên berxwedanê bombebarandikin. Bi çavan ji dûr ve tê dîtin û guhdarkirin ku dengên çekan ji alîyekî tên û tû bersiva dengê çekan nayê dayîn. Caridin ji ber êrîşên ku tên kirin, malên welatiyan tên şewitandin û ji ber çekên tên bikaranîn şewat mezin dibe.

Malên vala tên bombekirin!

Wesayitên ku li Qada Newrozê, Kolana Çag Çagê û rêya Îpekê hatine bi cihkirin malên welatiyan gulebaran dikin. Car caran hêzên dewletê hewanan davêjin taxên Koçer û Newrozê û ji ser herdû taxan dengê doçkayên ku ji yek alîyan tê bikaranîn bilind dibe. Ji ber bomberan û êrîşên 74 rojan tê dîtin ku bi sedan malên welatiyên sivîl hatine hilweşandin.

(kom/rc)