Aysel Avesta tiştên di bin çavan de jiyayî vegot
09:29
JINHA
HEWLÊR - Aysel Avesta ya ku ji aliyê Asayişa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û paşê serbest hatî berdan di derbarê tiştên dibin çavan de jiyan kirî de wiha axivî: "Ji ber dermanên min nedan min roja çaran rewşa min nebaş bû ew jî gelek tirsan. Roja çaran berî ku bijîjk were ez birim û ez sê saet di lêpirsînê de hiştim. Gelek pirsên siyasî ji min pirsîn. Min got; 'Ez rojnemegerim pirsên siyasî nekin.' Gava pirs ji min dikirin li dimenên ku me kişandine temaşe dikirin."
Rojnameger û pêşkêşvana Sterk Tv Gazal Avanaş (Aysel Avesta) ya ku ji aliyê Asayişa PDK'ê ve hatibû binçavkirin û serbest hat berdan tişên di binçavan de jiyan kirî wiha vegot: "Beriya Newrozê 15 rojan biriya Sterk TV ya ku weşana xwe li Belçîka dike ji bo rewşa Rojava û Şengalê ji nêzve bi şopenim û program çêkim ez hatim şengalê. Dema ez hatim pevajoya Newrozêbû. Min di derbarê jinan û pergala Xweseriya Demokratîk de nûçe çêkir. Min li Silemaniyê gelek program çêkir. Piştî min program xilas kir ez derbasî Şengalê bûm. Armanca min ya derbasbûna Şengalê di derbarê komkujiya Şengalê de nûçe û bername çêkirinbû. Piştî sala 2014'an li Şengalê çeteyên DAÎŞ'ê komkujîkirin carek yekem bû ez hatim Şengalê."
'Wek rojnemeger min xwest herim Şengalê'
Aysel Avesta destnîşan kir ku wê weke rojnameger xwestiye bûyerên li Şengalê tên jiyîn bişopîne û wiha domand: "Min xwest wek jinek rojnemeger û êzîdî ez herim Şengalê. Dema ku ez çûm roja Çarşema Sorbû. Wek hun dizanin Çarşema Sor di baweriya êzidiyan de gelek girînge. Armanca min çuna Şengelê min diwxest ez roja Çarşema Sor bi şopînim. Çarşema Sor di çarşema sere nîsanê de tê pîroz kirin. Min xwest ez diheman demê de rewşa Şengelê ya siyasî, civakî û derunî bişopînim. Divê fermanê de birastî yên herî êş kişandin û rastî tundiyan hatin jin bûn. Daxwaza min ewe ku ez herim van bûyera di cih de bişopînim. Min li Şengelê derbarê jiyana jinan de gelek bername çêkirin. Piraniya bernamên ku min çêkirin ser mijarên piştî komkujiyan jinan çawa xwe komî serhev kirin û çawa dîsa rêxistina xwe avakirinbûn. Gelek malbat hatibûn maxdur kirin û gelek malbatan zarokên xwe windakiribûn, min di derbare van bûyera de bername kişand. Me dosyayên teybet jî amedekirin. Dema ez li wê hamle azadkirina gundên dora Şengalê destpêkiribû. Bi giştî min 25 bername şikandin. Min şer sê rojan şopand. Ez ji Duhokê bi nasnameya fermî çûm, ji bo ku nasnama min hebû ez bi wesayîte çûm. Ti hîncet nebû ji bo hîn sê meh mabû ji çaxe viza pasaporta min bi qede. Ez bi fermî li gel hevalên xwe yên rojnemevan darbasî Rojavayê Kurdîstanê bûm."
'Di binçavan de nêzîkatiyên vîna mirovan bişkêne dikirin'
Aysel bilêv kir ku dema çûye Rojava derbasbûna wê fermîbû û wiha dom kir: "Bernameyên min hemu li gel jinan bûn. Piştî min karî ez derbasî Şengalê bûm. Li xala qontrolê ya dawî ez rawestandim û jimin re gotin; 'Tu bi xêr hatî Aysel Avesta tu ji ku derê tê' min jî got; 'Ez ji Rojavayê Kurdistanê têm yanî min çûna xwe înkar nekir. Ji min re gotin; 'Bi aweyek fermî tu derbasnebûyê.' Ez du saet li Asayîşa Suheyla girtim. Dema min sedema sekinandina xwe ya li wê pirsî gotin ku wan ji ber ewlehiyê ez girtime binçavan û gotin; 'Em ê te bibin garaja teksiya tu bixwezê herê ku êdî tu karê biçê.' Piştî ez anîm garaja teksiya hemu tiştên min ji stansin û ez birim asayişa Duhokê. Ez 3 rojan li wê hêlam heya kamera min jî wek kiryarên 'terorî' ditîn. Bi nêzikatiyek vîna mirovan bişkêne nêzî min bûn."
Aysel wiha direjî da gotinên xwe: "Ez xistim hucreya yek kesî. Tenê betaniyek dan min. Ne av ne xwarin tiştek nedan min. Bi xwestina min şaşlalek av anîn. Pisgirêkên min ên tenduristiyê hebû. Du kes hatin gotin; 'tu çima xwarinê naxwê' min got; 'Ez xwarina we naxwum.' Bû roja sisiyan dîsa hatin gotin; 'Çima tu xwarine naxwê' min got; 'Ez ji bo nêzikatiya we qabûl nakim.' Roja çaran rewşa min nebaş bû ew jî gelek tirsan. Roja çaran berî ku bijîjk were ez birim û ez sê saet di lêpirsînê de hiştim. Hemu pirs pirsiyarên siyasî bûn. Min got ez rojnemegerim pirsên siyasî nekin. Gava pirs ji min dikirin li dimenên ku me kişandine temaşe dikirin. Qala dîmenan kirin min jî got ku ew dîmen fermî di televizyone de derketina. Dema derman hat, gava min dermanê xwe xwest gotin ku bêhna xwe ferehke. Min tenezûl nekir ez bijijk bixwazim, lê ji bo ku ew tirsan dermanê min anîn û ez dîsa birim cihê lêpisînê. Bernamên min hemû dibin çav re derbaskirin.
Aysel da zanîn ku di dema binçavan de tiştên weke tu çuyê herêmên bê ewle jêre gotine û wiha dom kir: "Ji min re gotin tiştek ji te bihata me dê çawan hesab bidabana. Min ji wan re got hûn berpirsyarê 5 hezar jinên di deste DAÎŞ'ê dene. Niha gelek êzidî dibin amborgoyêdene û ez ji wan neçêtirim. Ji ber ez jî ferdek ji wanim û baweriya min jî ya ola êzidiyan heye. Roja çaran ez birim Girtîgiha Duhokêya Jinan. Ez birim nav jinên girtiyên adlî de. Çiqas min digot ezê agahî bidim hevkare xwe lê destur ne didan. Roja heftan ez anîm dadgihê. Dadgihê heman titş ji min pirsî. Min ji wan re got; 'Ez bê destur neçûme, ewlhiya min wê YPG'ê bigirtana.' Di dadgihê de du pirsîn weke 'Tu dê kengê vegerê Avrupa û tu çima hatî' ji min pirsîn. Min nêzîkatiya ku di bin çavan de li min kirin hemu di dadgihê de anîn ziman. Ez di nezaretê de ketim greva birçîbûnê. Min ji heyeta dadgihê re jî diyar kir ku ez mirovek bi vînim û ez ê li hember wan nêzîkatiyan bêdeng nemînim. Min zanîbû dost û heval min bi tenê nahêlin. Dema ez girtim hemu sazî ji bo min ketibûn nava tevgerê, ez bi vê keyfxweş bûm. Bi taybetî jin xwedî derketinek mezin kirin. Heya jinên Şengelê gotibûn 'Ger hûn Aysel neberdin em ê agir berdin qaymeqamiyê.' Ez ê heya dawî di nava lêgera heqîqetê de bim. Baweriya ku min daye vî gelî ezê neşkînim. Hertim ez ê deyîndarê hevalên xwe bim. Destpekê dixwestin min bi kefilberdin. Ji min re gotin ku eger carek din maf îhlal bikin em ê dîsa te bixin binçavan. Ez li benda bilêtê me, ez ê dîsa vegerim ser karê xwe."
(şb-dt/zt)