Ji bo jin û zarokên penaber navenda şêwirmendiyê
09:59
Ozgu Ozutok / JINHA
ÎZMÎR- Bi piştgiriya saziya alîkariyê Women and Health Allînace (WAHA) ku navenda wê li Fransayê ye, ji bo jin û zarokên penaber yên Sûriyeyê li Basmaneyê Navenda Şêwirmendî û Tendustiya Civakî hat vekirin. Wefa Muahmmed ku li navendê şêwirmendiyê dike diyar kir ku ji bo penaber xwe tenê hîs nekin xebatek wisa kirine.
Women and Health Alliance (WAHA), ku navenda wê li Fransayê ye, ji bo Sûriyeyiyên ku ji ber şer revyane û li welatê cuda îltîca dikin, li Îzmîrê Navenda Şêwirmendiya Tenduristiyê ava kirin. Li navenda ku di 8’ê Adara 2016’an de hat vekirin xizmetên tenduristiya beden û rûh didin. Wefa Muhammed ku li navendê Şêwirmendiya Malbatê dike, diyar kir ku ji bo jin û zarokan bê pere xizmet tê dayîn û wiha got: “Ev navend bi piştgiriya WAHA û Komeleya Penaberên Sûriyeyê hatiye vekirin. Li vir psîkolog û jînekologên me hene. Wergervanê me heye. Ne tenê jin û zarokên Sûriyeyê, yên Yemen û welatên din jî dikarin fêdeyê bigirin.”
‘Em girîngiyê didin qursa ziman’
Wefa got pirsgirêka ziman pirsgirêkek girînge û got: “Seranserê hefteyê qursa me ya Tirkî heye.Ji bo girtina xizmetên tenduristiyê gelek girînge lê dema pirsgirêka ziman hebe, nekarin wê bigirin. Ji ber vê em girîngiyê didin qursa ziman. Ger em pirsgirêka ziman çareser bikin emê qursa kuaforiyê, tekstîl, nexş û dirûnê û kompîtûrê vekin. Di mijara kar dîtinê de jî karsazên bên cem me, em jinan ji wan re dişînin. Mirovên hestiyar jî dizanin ku berpirsyariya van mirovan hene. Tirkiye ji xwe welatekî ku zehmetiyan dikişîne ye. Ev mirov jî yên biyanîne û rewşa wan xerabe.”
‘Malbatên Sûriyê parçe dibin’
Wefa têkildarî xizmeta ku didin de jî wiha got: “Malbatên ji Sûriyê hatine xwedî çand û edetên cuda ne. Di alî kul i gorî jiyana vir tevbigerin de zehmetî tê kişandin. Jin û zarok li vir dimînin, mêr diçin Ewropayê. Malbat parçe dibin.Jin û zarokên li vir di bin bandora neyînî de dimînin. Li vir xwe di bin zextan de hîs dikin. Şerê psîkolojîk jî didin. Ez jî xizmeta şêwirmendiyê didim wan.”
‘Me ev xebat wek hêviyekî kir’
Wefa da zanîn ku ew ji jinan alîkariyê dipên û wiha berdewam kir: “Li Sûriyeyê mirov ji xwendinê hez dikin. Gelek jinên Sûriyeyê yên vir ji zanîngehê mezun bûne. Li vir ji ber zarokên wan hene, li malê dimînin. Em dixwazin ji bo zarokan kreşê vekin. Bila jinên Tirkiyeyê jî bên vê navendê û em ji pirsgirêkan re bi hev re bibin çare. Me ev xebat wek hêviyekî kir. Ji bo em bêjin ‘hun li vir ne tenê ne’ me ev xebatkir. 15 rojan carê em civîna vekirî dikin. Kî dixwaze bila beşdar be.”
(hu)