Berxwedanê Sûrê

10:46

JINHA

AMED - Ji welîdana Sîdarê re mehek mabû ku 'qedexeya derketina kolanan' hat îlankirin. Sîda roja ji Sûrê derket, bebika we hat dinê. Sîdarê got ev berxwedan wê bi salan bê bibîranîn û ji ber vê jî navê kurê xwe Berxwedan danî.

Ji 2'ê Kanûna 2015'an heta niha bi qasî dîroka Surê, berxwedana Sûrê li ser zimanê gel bû. Malbatên Rozerîn Çukur (17) û Ramazan Ogut ji bo qedexeya li Sûrê ev 6 mehin, nekarin cenaze zarokên xwe bigirin. Ji aliyê hêzên dewletê ve bi hezaran xaniyê malbatan hatin xerakirin û cihên dîrokî hatin şewitandin, tax bombebaran kirin û ciwan hatin qetilkirin. Le dîsa gelê ku wek Sûrê li ser piya mayî nave zarokên xwe kirin Berxwedan. Dayik û bavan gotin: "Em ê vê berxwedanê ji zarok û neviyên xwe re bêjin û berxwedanê bidin jiyandin."

‘Emê vê berxwedanê nifş bi nifş ji zarokên xwe re vebêjin’

Sîdar Kaya ya ducanî li taxa qedexekirî Dabanoglu 20 rojan li mala xwe di bin êrîşande ma. Demek kêm ji welîdîna Sîdarê re mabû. Sîdar ku ji bo ducanî bû neçar ma ji taxê derkeve û di meha kanûnê de welidî. Sîdara ku navê bebikê xwe Berxwedan danî wiha axivî: "Bebika min jî parçeyêk ji vê berxwedaneyê. Ev berxwedan wê ji bebika min heya nifşên zarokên din, berdewam bike. Bebika min Berxwedan di zikê min de, dengê hemû bombe û çekan hisk ir." Sidarê bi lêv kir ku gava ew li Sûrê di bin denge çekan de mayî gelek zehmetî kişandiyê û wiha berdewam kir: "Dema qedexeya derketina kolanan ez 20 roj li Sûrê mam. 3 zaroke min henê û ji ber denge bombe û çekan em nikaribûn rakevin. Gava dengê çekan dihat qutkirin keça min ya biçûk ji min pirsa 'dayê gelo çûn nan dixwin, ji bo wê dengê çeka nayê' dikir. "

‘Leşker her tişt gulebaran dikir’

Sîdarê bi lêv kir ku her aliyê taxa wan ji aliyê polîsan ve hatiye gulebaran kirin û wiha berdewam kir: "Dema qedexe hat îlankirin polîsan her der gulebaran dikir. Bi taybêtî trafoyê ceyranê û embare avê nîşan digirtin. Her tim sanciyê min çedibûn. Herî dawî ji bo sanciyê min zedebûn hevjînê min li polîsan geriya û ez neçar mam ji Sûrê derkevim. Polîsan ji me re got 'heya em agahî nedin we dernekevin.' Piştî ku me agahî da polîsan êrîş zedetir bûn. Êrîşî her derê dikirin. Dema em ji Sûrê derketin destê me li ser serê me em derxistin. Wê şeva ez ji Sûrê derketim Berxwedan hat dine. Navê herî xweş ev nav bû. Min navê wî Berxwedan.danî. Berxwedan hîn di zikê min de li hember mirinê berxwe da. Li Sûrê her tişt dewletê kir, me ti zirar ji wan ciwanan nedît. Ji bo dewlet Kurda qetil bike ji wan re roj çebû.”

(dt\hu)