Li Silopî îstîsmara zayendî hember xwendekaran!

12:04

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê ku bi mehan e di bin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de ye xwendekar bi îstismara zayendî ya hêzên dewletê ve rû bi rû ne. Tîmên taybet ên ku ji Xwendekarên ku li Lîseya Pîşeyê ya Keçan a Sîlopiyê dixwînin nişe dinivîsînin û davêjin. Dîsa ji xwendekarên Dibistana Seretayî ya Yunus Emre yê ku li heman lîseyê dersên xwe dibînin jî gazî dikin, şekir didin zarokan û bi gotinên "Hûn sirûda îstîklalê dizanin" wan tacîz dikin.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê "qedexe" hatibe rakirin jî dorpêça dewletê didome. Welatiyên Sîlopiyê di bin dorpêçê de hewl didin ku malên xwe yên hatine xirakirin înşa bikin. Lê li aliyê din jî rastî tacîza hêzên dewletê tên. Lîseya Pîşeyê ya Keçan a Sîlopiyê ku kirine biryargeha leşkerî bi skandalên tacizê yên tîmên taybet ên leşker û polîsan ve tê rojevê.

3 dibistan kirin biryargeh

Li Sîlopiyê beriya ku qedexe dest pê bike li taxa Yenîşehîrê Dibistana Seretayî ya Yunus Emre, Lîseya Pîşeyê ya Anadolu ya Senan Îdîn û Lîseya Pîşeyê ya Keçan kirin biryargeha leşkerî û hemû qadên jiyanê yên zarokan hate dagirtirin.

Hemû qada jiyanê ya zarok di bin îstismara zayendî de ye

Piştî ku qedexe hate rakirin avahiya ku Lîseya Pîşeyê ya Keçan a Sîlopiyê têde ye serê sibehê ji bo xwendekarên Lîseya Pîşeyê ya Keçan, piştî nîvro jî ji bo xwendekarên Dibistana Seretayî ya Yunus Emre tê bikaranîn. Dîsa qada ku hersê dibistan lê ye bi barîkatên polîsan û telan ve hatiye dorpêçkirin û wesayîtên leşkerî jî bi dengên sîrenan ve li riya dibistanê tevahiya rojê disekinin.

Bi qorneyan xwendekaran tacîz dikin!

Tiştên ku li Lîseya Pîşeyê ya Keçan a ku wekî xewgeh tê bikaranîn jî mirovan matmayî dihêle. Dema ku xwendekar ji dibistanê derdikevin hejmara wesayîtên tîmên taybet zêdetir dibin û ev wesayît li cem xwendekaran disekinin, li qorneyan dixin û serê xwe derdixin derve û xwendekaran tacîz dikin.


Tişta ku li lîseyê balê dikişîne yek jî ew e ku diwarê xewgeha leşkerî û diwarê cihê xwe xwendekar ders dibînin bi hevre ye. Deriyê ku ji xewgehê vedibe baxçeyê dibistanê di esasê xwe de deriyê pişt a avahiyê ye, lê deriyê paş her tim vekirî tê hiştin û çete li vê derê biawakî nîvtazî li ser kursiya rûdinên.

Li gorî ku agahiyên malbatên xwendekaran dane tîmên taybet ên li hemberî baxçe rûdinên telefonên xwe dinivîsînin û ji xwendekaran re davêjin. Jibilî vê jî li têketina lîseyê de bi şort û atlêt derdikevin li ber derî kom bi kom tur davêjin.

Li ber çavê rêveberiya dibistanê îstismar!

Tîmên taybet tenê bi îstismara li dijî xwendekarên lîseyê namînen piştî nîvro jî xwendekarên ku di Dibistana Seretayî ya Yunus Emre dixwînin istismar dikin. Ev îstismar li ber çavên rêveberiya dibistanê pêk tê ya balkêş jî ew e ku tîmên taybet piranî xwendekarên keç gazî li cem xwe dikin.

Pirsa 'Hûn sirûda îstiklalê dizanin' ji xwendekaran dikin

Li gorî agahiyên ku xwendekaran dane tîmên taybet her roj xwarinên cuda tînin û gazî xwendekarên keç dikin. Vegotinên xwendekareke 10 salî asta îstismarê radixe ber çavan. Xwendekar ev tişt anî ziman: "Her roj gazî me dikin, navên me dipirsin. Piştre jî pirsa 'hûn sirûda îstiklalê dizanin' ji me dikin dibêjin 'bixwîne', ez naxwazim bixwînim dema ku dixwazim biçim jî pirsên din dikin. Yek her tim çavên xwe ji min re diniqîne, di telefonên xwe de hin tiştan nîşanî hevalên me didin. Dixwazin pere bidin hemû kesan. Carna destên me digirin carna jî destên xwe didin rûyên me."

'Zarokan bi şekir dixapînin'

Xwendekareke lîseyê jî diyar kir ku rastî îstismar û dijunan tên û wiha axivî: "Kê dibînin gazî dikin. Qet ji ber deriyê dibistanê naçin. Em nikarin top bilîzin, carna topên me diçin baxçeyên wan em ditirsin biçin bînin. Bi taybetî bi zarokên keç ên biçûk re diaxivin. Şekir û çîkolata didin û wan dixapînin, gazî wan dikin. Dema ku em ji dibistanê derdikevin carne bi wesayîtan tên cem me û gotina 'hemû keçên o... yên Tirkiyeyê komî Sîlopiyê kirine' bi kar tînin, dijunan dikin. Zarok fêm nakin çi ye, çi dibêjin fêm nakin, em dibêjin neçin lê ew bi tiştên ku dikirin zarokan dixapînin, gazî dikin"

(rc)