'Em li bendê man dê derxînin lê...'

12:24

JINHA

ŞIRNEX- Salîha Yana ku gotina "Bila cihan vê wekî dîrok binivîsîne" bi kar anî, dê rojbûna kurê xwe yê li Cizîrê hate qetilkirin û şewatindin nekarî cenazeyê wî jî hembêz bike dê îro li ser gora wî pîroz bike.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jêrzemîn bûn kelehên gel ên ku serê xwe netawandin û çog daneynîn. Bi vî berxwedanê re çîrokên nîvcî mane, Cizîr bi van çîrokên nivcî mane tijî ye. Yek ji ciwanên ku li pey xwe xeyalên xwe hişt jî Kasim Yana ye û îro rojbûna wî ye. Kasim îro dê bikev 18 saliya xwe lê wekî di xeyala xwe de dê nikarebe ehliyetê bigire. Dayika Kasim dê îro li ser gora kurê xwe rojbûna wî pîroz bike. Kasimê yê ku li Cizîrê ji dayik bûye êrîşên li dijî axa xwe qebûl nekiriye. Kasim xwendekarê Lîseya Pirbername ya Cizîrê bû. Di demên xwe yên vala de bi xizmên xwe yên ku diçûn Iraqê re diçû wê derê û lêçûnên xwe yên dibistanê bi cih dianî. Kasim beriya çend rojan qedexe bê îlankirin hate taxa xwe. Kesên din ên malbatê ji taxê derketin û xwestin wî jî derxînin lê wî gotina "Ez ê axa xwe nekerikînim" bi kar anî û ji taxa xwe derneket.

'Em li bendê man dê derxînin lê...'

Dayika Kasim, Salîha Yana ku kurê wê wekî birînekî di hundirê wê de ye vegot û tişta ku herî zêde wê diêşîne jî bi şewitandinê qetilkiran kurê wê ye. Salîha êşa xwe wiha tîne ziman: "Milê min şikestibû û nasnameya kurê min li cem min bû. Em ê bi hevre çûbûna bijîşk, ez ê emeliyak bûbama. Dema ku qedexe hat, nasnameya wî ne li cem wî bû û ji ber vê nekarî ji taxê derkeve. Di dema jêrzemînê de em li bendê bûn ku dê birîndaran bi hevre derxînin lê... Madem wisa ye bi şerkirinê ew bikuştana. Lê di jêrzemînê de şewitandin. Mirov wekî ku li wir hiştin û şewitandin. Ev neheqiyeke mezin bû."

'Zarokê me di hundirê me de ma'

Salîha anî ziman ku ew bi kurê xwe ser bilind e û wiha axivî: "Kurê min ji xwendekarên li Cizîrê çêtir nebû. Kurê me di hundirê me de ma, hezkiran wî nîvcî ma. Îro rojbûna wî ye. 5 mehên wî mabû bikev 18 saliya xwe."

'Zarokên me şewitandin û wekî 5 kîlo dan me'

Salîha da zanîn ku cenazeyê zarokê wê birine Dîlokê û heman rojê 12 cenaze bihevre girtine û wiha got: "Dema em li zarokê xwe digeriyan me digot qet nebe em ê cenaze hembêz bikin, maçî bikin lê me nedizanî ku wiha şewitandine. Zarokê me yên 50 kîlo şewatindin û wekî 5 kîlo dan me."

Salîha bilêv kir ku ji ber kurd in ev yek tê serê wan û wiha axivî: "Erdogan me qetil jî bike, çi dike bila bike, em dev ji doza xwe, zarokên xwe bernedin. Li ser milên hemû kesan çek tuneye. PKK kurd e. Dibêjin teror lê em ne DAIŞ in."

'Bila dîrok vê binivîsîne'

Salîha bilêv kir ku goristan bi cenazeyên kesên li jêrzemînan hatine qetilkirin tijî ne û ev tişt anî ziman: "Bila hemû cihan van tiştên ku diqewime wekî dîrok binivîsîne, cenazeyên ku hêj nehatine naskirin hene. Hemû cenaze bi testa DNA'yê ve hatin naskirin. Kirin torbeya, cenaze kirin morgan û êdî hin cenaze bêhn ji wan dihat. Hin cenaze bi torbeyan defin kirin."

(rc)