'Fîlmamed cesaretek mezin e'

12:27

JINHA

AMED- Belgefilmê Genco Terorist di 4. Mihrîcana Belgefilman a Amedê de hat nîşandan. Belgefilmê ku jiyana ciwanekî piştî bûyerên Gaziyê tê girtin û bi îdaya ku terorist e tê darizandin vedibêje, pirsa terorîst kiye dike.

Di 4. Mihricana Belgefilman a Filmamed dewam dike mîhricana ku îsal mijara wê berxwedane diyarî İslam Balıkkesirê ku li Cizîrê hatiye qetil kirine hat kirin. Di mîhricanê ji kategoriya belgefilmê bijarte de belgefilmê Genco Terorîst hat nîşandan. Genco(Genç Ali Karabulut) ji ber bûyerên li taxa Gaziya Stenbolê di sala 1995’de di qewimin de tê girtin. Di wan bûyeran de gelek kes tên kuştin û girtin Genco tenê ji wan kesan yeke û bi îdaya endamê rêxistinek terorist e tê darizandin. Belgefilm çîroka Gencoyê ku ji taxa Gazî ber bi Ewripayê diçe dişopîne û li ser pirsa terorîst kiye hûr dibe. Film ji alî temeşavanan ve bi baldarî hat temaşe kirin. Piştî nîşandana film derhinerê filmê Esîn Tepe pirsê temaşevanan bersivand û rexnê wan girt. Temaşavanan ji ber çîroka Genco ya li Stenbolê û Ewropayê ji hevdu qut dibe û belav dibe film rexne kirin.

‘Ez li hember çîroka Genco bêdeng nemam’

Derhinerê filmê Esîn Tepe ji me re filmê xwe û Mihricana Filmamedê nirxand û diyar kir ku ji ber wê jî li Taxa Gaziyê jiyaye loma çîroka Genco balê wî kişandiye û wiha dewam kir:” Li derdora me kesên di tesîra bûyerên Gaziyê de mane û wek Genco hatine cezakirin hebûn û dawiyê neçar man ku ji Tirkiyê derkevin. Ez jî mûhabîrbûm û ez li hember vê yekê bêdeng nemam. Genco nedixwest ku taxa Gaziyê berde û here ji ber di jiyana wî de gelek tiştê ku di nîvî de mabûn hebûn”

‘Filmamed cesaretek mezin e’

Esîn da zanîn ku wê di belgefilmê xwe de pirse terorist kiye kiriye û wiha got:” Genco 11' salan bi îdaya ku endamê rêxistinek terorîste hat darizandin, lê dewletê di 11 salan de biryar neda bê ka Genco teroriste an na. Min jî xwest ez nîşan bidim terorist kiye.” Esin got ku ew cara yekemîne tevlî Mihricana Filmamdê dibe û wiha pêde çû: "Ez Filmamedê hê nû nas dikim cara yekemine jî têm Amedê. Festîval xweşbû ji ber ku em demek zehmet de derbas dibin. Em di demaka wisa de ne ku alî tuj bûne. Festival vê demê watedare. Li hember mîhricanê havuzê amedekarina mîhricanê alternetif cesaret dixwaze. Filmê min jî tenê Mihricana filmên Karkeran nîşan da û filmamed nîşan da ev ji bo min girîng e”

Esîn li ser têkiliya jinan û sinamayê jî axivî û wiha got: “ Nêrinek jinan a cuda heye. Nakeve tu kalıban ev yek kêfxweşî dide min. Divê jin bêhtir destê xwe bavêjin çapemeniyê û sînemayê."

(ma-db/rc)