Li Qamişlo ji bo gelê Nisêbînê çalakiya piştevaniyê

12:51

JINHA

QAMISLO – Ji aliyê Meclîsa Gel a Taxa Xerbî û Kongra Starê ve ji bo gelê Nisêbînê çalakiya piştevaniyê pêk hat.

Li Qamişlo ji aliyê Meclîsa Gel a Taxa Xerbî û Kongra Starê ya Qamişlo ve ji bo gelê Nisêbînê, li herêma Zeytûnî ya xeta sînorê Nisêbînê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta ‘Berxwedan rêya serkeftinê’ hat vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Nisêbînê’, ‘Bijî berxwedana Şirnexê’, ‘Bijî berxwedana Amedê’, ‘Bijî serok Apo’ hatin berzkirin. Endamên Kongra Starê, rêveberên Mala Gel, rêveberên Mala-Jin û endamên MLKP’ê beşdarÎ çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Kongra Starê, TEV-Çand, Tev-Dem, YPG û YPJ’ê, MLKP’ê hatin hildan. Di çalakiyê de bi kamerayan êrîşên dewleta Tirk yên li djî taxên Nisêbînê hatin kişandin. Xebatkarên çandiniyê yên ji Kobanê bo xebatê hatibûn kantona Cizîrê jî piştgirî dan çalakiyê. Tevî hewaya sar û barê jinan bebekê xwe jî girtibûn û beşdar bibûn. Di seranserê çalakiyê de sirûd û stran hatin gotin.

Li ser navê rêveberiya Kognra Star Xerbî, Dilşat Şavîşlî axivî û berxwedana Nisêbînê silav kir. Dilşatê wiha got: “Em polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û Erdogan şermezar dikin.Gelê Kurd ti car dest ji berxwedanê bernade û têk naçe.Bijî BErxwedana Yekitiya Neteweya Kurdan.”

‘Sînor bê wate man’

Li ser navê Meclîsa gel a Taxa Xerbî, Musa Xelîl axivî û diyar kir ku polîtîkayên hikûmeta AKP’ê wê biser nekeve û got: “Dîwar jî bên lêkirin, gelê me li çar parçeyî jî veqete wê polîtîka bi ser nekevin. Ji ber ku
êdî sînor bê wate mane.”
Musa got hewl tê dayîn li Başûr û Bakur heman polîtîka bê meşandin û got AKP û Barzanî li dijî Kurdan di nav tifaqeq qirêj de ne. Musa wiha berdewam kir: “Hemû bindestên cîhanê berxwedana Kurdan dibîne. Kurdan nas dikin û ligel wane. Lê hêzên navneteweyî li dijî komkujiyan bêdengin. Bangli hêzên navneteweyî dikim ku li dijî hikûmeta AKP’ê bibin xwedî helwest. Divê Barzanî jî dest ji vê tifaqa qirêj bedre.”

(hu)