Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Em ê têkoşîna Bêrîvanan û Silavan her tim geş bikin

13:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi boneyê salvegera bîranîna Silava û Bêrîvan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleyê salvegera bîranîna Endama Konseya Leşkerî ya YPG û YPJ'ê Meryem Mihemed bi nasnav (Silava) û Bêrîvan Qelender daxuyaniyek nivîskî weşand. di daxuyaniyê de şervanên YPJ'ê Bêrîvan û Silava bi rêzdarî hatin bîr anîn û wiha hat gotin, "Di kesayeta Bêrîvan û Silava de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û em soza xurtkirina têkoşîna wan dûbare dikin. Di pêşengtiya jina Kurd û YPJ’ê di encama ked û berxwedaniyeke mezin de bi perspektîfa netewa demokratîk îro Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatiye li darxistin. Di nava wan şeş salan de li hemberî hêzên desthilatdar ya cîhanî û him li hemberî paşverûtiya herêmî bi pêşengtiya jinên Kurd û hêza wê ya parastinê YPJ’ê berxwedaniyeke dîrokî ya netewî daye meşandin û ji wê re pêşengtî kiriye. Di wan berxwedaniyan de li hemberî hemû desthilatdariya mêr YPJ’ê di têkoşîna xwe de, xwe aniye asteke pêşeng. Di vê têkoşîna bê hempa de weke YPJ’ê di destpêka şoreşê de xwe ji nûve avakiriye û bi hêz û moraleke xurt di nava vê pêvajoyê de cihê xwe girtiye. Yên ku wan derfetan ji me re avakirin, weke şehîdên me yên destpêkê Hevala Berîvan û Hevala Silava û bi hezaran hevalên leheng yên ku di riya wan de canê xwe feda kirin, em pir hêsanî dikarin bêjin wan hîştin ku îro li Rojavayê Kurdistanê di pêşengtiya YPJ’ê de hemû hêzên dagirker têk biçin. Îro di Rojavayê Kurdistanê de li hemberî faşîzma DAÎŞ û hevkarên wê gelê Kurd û jinên Kurd di hemû milan de berxwedaniyeke xurt derxistine holê."

'Têkoşîna YPJ’ê tenê parastina jinên Kurd li Rojava nîn e, parastina hemû jinan e'

Daxuyanî wiha berdewam kir, "Em weke YPJ’ê tenê ji hêza şer zêdetir, xwe weke hêza parastina hemû nirxên mirovatiyê û jinan dibînin. YPJ’ê di nava wan şeş salên bihûrî de ku bingeha xwe ji têkoşîna çil salan digire, hatiye astekê ku êdî ji hemû jinên Rojhilata Navîn re pêşengtî dike. Di roja me ya îro de li ser gelê me û jinan qirkirineke siyasî, çandî û leşkerî heye. Di encama berxwedaniya ku bi pêşengtiya jinê derkete holê de, gelek destkeftiyên mezin çêbûye û ev destkeftî ne tenê ji bo jinên Kurdistanê, ji bo hemû jinên heremê û cihanê bûye çavkaniya lêgerîna jiyaneke azad û demokratîk. Di nava refên YPJ’ê de gelek jinên ji pêkhatî û neteweyên cuda cihê xwe girtine û gihiştine şehadetê. Ev jî dide diyarkirin ku têkoşîna YPJ’ê tenê parastina jinên Kurd li Rojava nîn e, parastina hemû jinan e. Di cihana me ya îro de êrîşeke mezin û plankirî li ser jinan tê meşandin. Ev êrîş çi dibin navê kevneşopiya paşverû û çi dibin navê moderniteya kapîtalîzmê de bêne kirin jî, di encamê de hemû çavkaniya xwe ji desthilatdariya zilam digire. Weke YPJ, me tenê di şer de destkeftî bi dest nexistine, me di hemû qadên têkoşîn û jiyanê de gelek destkeftiyên mezin bi dest xistine. Ger îro jinên Ereb û jinên ji neteweyên cuda tevlî refên YPJ’ê dibin, ev jî hêviya ku YPJ’ê dikare van destkeftiya bi dest bixe dide diyarkirin. YPJ’ê hêza ku şehîdên me afirandine û ji me re riya azad û wekheviyê ava kiriye."

'Li hemû cihanê de Şoreşa Rojava bûye çavkaniya hêviyê'

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li her çar aliyê Kurdistanê jin di asta herî xurt de tevlîbûn pêk aniye û wiha hat got, "Di nav têkoşîna YPJ’ê û di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de di heman çeper û mewziyan de jinên her çar aliyên Kurdistanê bi hev re şer kirin. Weke Destîna Başur, Jiyan Rojhilat, Gulan ji Bakurê Kurdistanê û bi sedan hevalên Rojavayê Kurdistanê milên xwe dane hev bi hêvî û baweriyeke mezin ji bo avakirina netewa demokratîk têkoşîn dane meşandin. Dîsa di hemû cihanê de Şoreşa Rojava bûye çavkaniya hêviyê. Gelek rêhevalên me yên qehreman weke hevala Îvana Hofman, Sîbel Bulut, ji bo têkoşîna jina azad li Rojava di nav refên YPJ’ê de canê xwe feda kirin. Ev jî dide diyar kirin şoreşa ku di pêşengtiya jin de hatiye li darxistin dikare hemû pirsgirêkên netewan çareser bike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de li hemberî çeteyên hov û faşîst ên ku sûcên mirovatiyê pêk tînin û dixwazin ji bo hemû jinan jiyaneke tarî avabikin, di bin navê Îslama radîkal de jin tenê weke xenîmeta şer digire dest û ev tişt hat gotin, "Ev hişmendî ku armanca xwe ya esasî ji tunekirina çand û dîroka gelan e, doh di pêşengtiya DAÎŞ de li Rojava bû, îro jî çeteyên AKP’ê heman rêbazên faşîzan li Bakurê Kurdistanê pêk tînin. Heman sûcên mirovatiyê îro li Bakurê Kurdistanê jî pêk tên. Di dema şer û pevçûnên Rojava de ku her kes li bendê bû di Kobanê de Kurdan bişkînin. Di serî de gelê Cizîra Botan û hemû gelê me yê Bakur û bi taybetî jî dayikên me bedenê xwe xistin mertal. Em weke YPJ’ê xwe mînetdarê wan dibînin. Çawa di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hemû desthilatdarî têk çûn û xeta Bêrîvanan, Silavan, Warşînan, Gulanan, Ozguran, Hebûnan û bi sedan hevalên weke wan bi serketin, di Bakurê Kurdistan de jî xeta ku ser bikeve xeta Sêvê, Pakîze û Fatmayê ye.

Di dîrokê de hemû têkoşînên ku hatine çêkirin û şoreşên ku hatine lidarxistin, pîvanên serkeftin û têkçûyîna wan bi asta tevlîbûna jinan re girêdayî ye. Şoreşên Kurdistanê misoger e ku serkeftinê bi dest bixe, ji ber ku di hemû qadên tekoşînê de jin bi mîsyoneke dîrokî, bi zanistiyê xwe yê bîrdozî, hêvî û baweriya ku jiyaneke wekhev û hevbeş diyarî hemû jinan bike, tevlî bûye û wê tevlî bibe.

Îro jî di pêşengtiya QSD’ê de li hemberî DAÎŞ û hevkarên wî ku dest bi operasyona rizgarkirina nirxên mirovahiyê kiriye, YPJ’ê bi hêzeke mezin bi rihê Bêrîvanan û Silavan tevlî dibe. Armanca xwe ya esasî jî ji rizgarkirina xwîşk û dayikên Êzîdî ji destê wan çeteyên li dij mirovatiyê ye. Ew hêzên ku jinên Kurd firotin, xwestin li ser van tîcaretê bikin, li hemberî xwe berxwedaniya YPJ’ê dîtin. Ji ber ku YPJ’ê li hemberî êrîş û tîcareta jinan hêza tolhildan û parastinê ye.

Di vê mebesê dedi encam de em salvegera fermandarên xwe Hevala Bêrîvan û Hevala Silava û di kesayeta wan de hemû şehîdên me yên nemir ên giranbuha bibîr tînin û carekî din em soz didin ku hêvî, bawerî û cesareta wan pêk bînin û bidin jiyandinû jiyanek azad, Kurdistanek xweser, cîhaneke demokratîk diyarî hemû jinan bikin. Bi vê baweriyê em bang li hemû jinên pêkhateyên herêmê dikin ku di nava refên YPJ’ê de li hemberî faşîzma DAÎŞ û hevkarên wî bi rihê hevala Berîvan û Hevala Silava tevlî bibin."

(rc)