Kampa ciwan û werzîşê ji bo xwendekarên asta amadeyî vedibe

14:38

JINHA

EFRÎN- Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Efrînê dê ji bo deh rojan kampekê ji xwendekarên asta navîn bi armanca pêşxistina xebatên çand û sporê veke.

Di kampa xwendekarên asta amadeyî de ku ji hêla Desteya Ciwan û Werzîşê organîze bûye de dê aktîvîteyên wek spor, xebatên çandî bêne kirin. Kamp di bin dûruşmeya 'Azadî mafê hilbijartin û peydakirina alternatîfên hilbijartinê ye' vedibe. Li gor agahiyên ku Desteya Ciwan û Werzîşê dane dê bernameyên kampê wiha bin:

Di 1. rojê de ji nav beşdarên kampê komên werin derxistin û sedema kombûnê were danasîn. Di roja 2. de wê komên spor û komên mûzîk, çand û huner werin avakirin. Roja 3-4. de jî dê çalakiyên sporê wek (voleybol, basketbol, bazdan, şetrenc, kişandina werîs û dama) were leyîstin. Di roja 5-6-7'de jî çalakiyên hunerî, pêşbirikên hunerî wek (gotina staran, helbest, wênesazî û şano) pêk bên.
Roja 8-9 jî çûna cihên dîrokî û navdar û seyranê: Eyndara, Nebî Hûrî, Pira Heşreke, Meydankê û Basûta. Di roja 10. de jî şahî û dayîna xelatan wê pêk were. Kesên dixwazin navên xwe di vê kampê de binivîsin divê serî li dibistanan xwe ya amadeyî bidin. Nav nivîsandin di dîroka 28'ê mehê heya 5'ê meha Hezîranê dê bidome. Di 6'ê meha Hezîranê jî wê kamp vebe.

(fr/hs/rc)