Şaredariya Gel dest bi hemleya dermankirinê kir

14:44

JINHA

TIL TEMIR- Îro Şaredariya Gel a bajarê Til TEmir, ji bo tendûrustiya gel, dest bi hemleya dermankirina kolan û malan kir.

Bi hatina demsala havînê re û zêdebûna germayê re kêzikên ku zirara wan ji bo tendûrustina mirovan heye jî zêde bûne. Ev jî rê li ber pir nexweşiyan vedike. Şaredariya Gel a bajar jî hemleya dermankirina mal û kolanan da destpêkirin. Xebatkarên şaredariyê dê 10 rojan bê navber gund, kolan û malên gel bigerin û derman bireşînin. Îro kolanên bajêr hatin dermankirin, pişt ku karê dermankirinê xilas bibe dê li gundan jî ev hemle bidome.

Xebatkarên şaredariyê ji gel jî xwestin ku giranî bidin paqijiyê û di rojên germ de xwarin û vexwarina xwe jî bi baldar bin.

(ja/en/rc)