Ji KESK'a Wanê banga bilind kirina têkoşînê

14:54

JINHA

WAN- Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK)'a Wanê bi şiara "Perwerdeya laîk û jiyana laîk em dest ewlekariya karê xwe bernadin. Li hemberî zordarî sirgûn û ji kar avêtinê li qadanin" di astengiyên ji ber walitiyê derketî protesto bikin daxuyanî da çapameniyê.

Platforma Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK)'a Wanê bi şiara "Perwerdeya laîk û jiyana laîk em dest ewlekariya karê xwe bernadin. Li hemberî zordarî sirgûn û ji kar avêtinê li qadanin" di astengiyên ji ber walitiyê derketî protesto bikin daxuyanî da çapameniyê. Daxuyanî avahiyê KESK'a Wanê de eywana konferansêde hat danîn. Daxuyaniyê de kedkarên KESK'ê cih girt. Li ser navê Kedkarên KESK'a Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît diyar kir ku astengiyên walitîyê derxistî holê di rastî de hincetin, çapkirina wan qebûl nakin. Gulcan balk kişand ser pirsgirêkên ku derdikevin holê û wiha got: "Ew mitîngên me astengiyan jî derbêxin jî em ê wan astengan bi têkoşîna xwe derbas bikin."

Gulcan dawiya axaftina xwe de wiha got, "Em li hemberê astengiyên wan dê bi coşekî mezin çalakiyên xwe berdewam bikin." Gulcan di dawî de jî banga bilind kirina têkoşînê li her kesî kir.

(hk-ga/rc)