Li Nisêbînê 25 sivîlên li taxan hatin wergirtin hatin girtin

15:04

JINHA

MÊRDÎN - Berî çend rojan li taxên Nisêbînê 25 welatiyên sivîl ên ji taxan hatin tehliyekirin, piştî îfadeyê şandin girtîgehê. 42 sivîlên ku dema binçavkirina wan hat zêdekirin, hêj li qereqola polîsan tên ragirtin.

Piştî êrîşên qirkirinê yên li hemberî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 25 welatiyên sivîl ên ji taxê hatibûn tehliyekirin, li midûryeta polîsan îfadeya wan hatin girtin, şandin dadgehê û li dadgehê hatin girtin. Welatiyen sivîl ên bi îdiaya "Endamê rêxistina çekdarî ne" û "Yekitî û wekheviya dewletê xirab kirine" tên sûcdar kirin, hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.

Ji hêla din ve navçeya ku dem dem tê bombekirin, 42 sivîlên ji navçeyê hatibûn derxistin, dema binçavkirina wan hat zêdekirin û li qereqolê tên ragirtin.

(rc)