Ji bo Hevseroka Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel hat hilbijartin

16:13

JINHA

ENQERE - DBP'ê 4. Kongreya xwe ya Awarte a li dijî êrîş, girtin û zextan pêk anî. DBP'ê di kongreyê de rêveberiya nû diyar kir û ji bo Hevseroka Giştî yê DBP'ê Sebahat Tuncel û Kamûran Yuksek hatin hilbijartin.

4. Kongreya Awarte ya DBP'ê ku Hevserokê Giştî Kamuran Yuksek girtî ye bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê kom bû. Di salona ku tijî bû gelek kes li ser piyan ma de wekî her carê dayikên ji Kurdistanê hatine bi renginiya xwe li salonê cihê xwe girt. Ji bilî gelek sefîrên welatên din û Nûnerê PDK'ê yê Enqereyê Omer Mîranî, û nûnerên partiyên sosyalîst û çepgir jî beşdarî kongreyê bûn. Di salonê de pankarta gotinên Hevseroke Meclîsa Gel a Cizîre Mehmet Tunç ku hate qetilkirin û gotibû "Me stû netewand bi me ser bilind bin" hate daliqandin.

Her wiha pankartên wekî, “Em bi şoreşa Rojava dimeşin azadiyê”, “Me bi ciwan dest pê kir em ê bi ciwan bi ser kevin”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bi şoreşa jinê em xweseriya demokratîk ava dikin” hatin daliqandin. Di salona kongreyê de wêneyên berxwedêrên ku li qaden xweseriya demokratîk jiyana xwe ji dest dan ên weke Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Mehmet Yavuzel, Mehmet Tunç ji hatin daliqandin.

'Riya berxwedêrên xwerêveberiyê riya me ye'

Piştî ku dîvan hate hilbijartin, hevşaredarê Sêrtê tuncer Bakirhan û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay weke serokên dîwanê hatin diyarkirin. Piştre sirûda "Herne pêş" ji aliyê sedan kesan ve hate xwendin û bi deqîqeyan dirûşma "şehîd namirin" hate berzkirin. Ewil Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek a ku rojên borî ji girtîgehê derket axivî û kesên di qadên xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got ku têkoşîna berxwedêran têkoşina wan e.

'Em dibêjin modela Xweseriya Demokratik'

Piştre peyama Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê ye şand ji aliyê Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ve hate xwendin. Peyama Yuksek wiha ye: "Em wekî DBP'ê bawer dikin ku di serî de pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê dê bi rêbaza Komara Demokratîk çareser bibe. Ji ber vê yekê ji bo çareseriyê em dibêjin komara demokratîk. Pêwiste hemû nasname, reng û bawerî bi nirxên xwe û vîna xwe ya azad karibin di bin vê pergalê de hebûna xwe berdewam bikin û pêş bixin. Divê gel bi awayekî azad nasname û çanda xwe biparêze û xurt bike. Divê ev mafê wan ji aliyê zagon û Qanûna Esasî ve bê qebûlkirin û parastin. Gelek minak û tecrûbeyên vê çareseriyê li gelek welaten cîhanê heye. Ev dê rê li pêş mezinkirina aboriya civakî jî veke. Em wekî DBP'ê ji ber vê yekê dibêjin modela Xweseriya Demokratik. Li dijî hewldana AKP'ê ya yekparêzîyê ye. Bi rejîya yek partî. Yek feraset û yek yek yek pêşketin çênabe. Rejîma Tayyip Erdoğan û AKP'ê ya yekparêziyê li şûna çareseriyê pirsgirekan zêde dike."

'Hûn vekişin em dikarin xweseriya demokratik ava bikin'

Piştî peyamê Kamûran Yuksek Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel mafê axaftinê girt û wiha got, "Ji me re dibejin an hûnê stu bitewînin an jî stu bidin. Em ji dibêjin em tu car li hemberê serî danayn in. Di van rewşan de gotin bê wate bû. Di van rewşan de wateya gotinê li pişt barikatan, li Kurdistanê berxwaden e. Divê Tirkiye biryarek bide. Tenê dikare bi guherine bi çareseriye ji ve qeyrane derkeve. AKP û Erdogan Tirkiye kiriye rewşa tekçunê. Hûn dibinin rewşa îktadarê. Hikumet hat lê gotina Erdogan serdest e. CHP naye zanîn ka çi dibejê. Dibeje wê çi xwest me neda we. Partiyek wiha Tirkiye demokratik bike. Erdogan niha Serok e û Kiliçdaroglu û Bahçeli jî li kêlika wî ne. Hevî kiye. Hêvî DBP, HDP, DTK ye. Hêvi tekoşinê de ye. Em di 3’emin tekoşina Geziyê de ne. Me digot ev dest pêk e. Em nabejin xweseriye bidin me. Hûn vekişin em dikarin xweseriya demokratik ava bikin.”

'HDP'ê ji bo jiyana hevpar heye'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî axivî û balkişand ser parçekirina kurd û Kurdistanê û got ku kurd berdela vê yekê dide û wiha got, "Tifaqa ku îro li derdora Qesrê pêk hatiye ya faşîst bêje em cardin 100 salên din kurdan înkar bikin nabe çareserî. Yanî hemû kesen ku feraseta yekane qebûl nake dibêjin an hûn e serî bi tewînin an serî bidin. Lewma hevserok hatine girtin. Birêz Ocalan di hevdîtinan de bi israr digot ger ku jiyana hevpar nebe tekçûn bibe cardin derket hole çiqas rast e. Me di van hevdîtinan de cih girt. Ocalan bi şev roj li ser rawestandina xwînê rawestiya. Li aliye din jin yek dibêje ez ê çawa bibim Serok. Ligel vê yekê ji wî re dibêjin netewperwer. Rastiya Tirkiyeyê ev e. HDP'ê ji bo jiyana hevpar heye."

'Gel peyama xwe zelal dide'

Hevseroka KCD’e Leyla Guven jî bal kişand ser axaftina dayikan û got ku ew dimenên Roboskê, Cizîrê tu car ji bir nakin. Guven got ku dayik dibêjin ew stûyê xwe natewînin û wiha axivî: " Em di şopa wan de ne.” Guven li ser kampanyaya “dest nedin îradeya me” rawestiya û got ku li gel hemû pêkûtiyan gel derketiye qadan û ev tişt anî ziman: "Gel peyama xwe vekirî dibêjin. Ger ku komkujî bidomin, dest bidin parlamenterên me em ê cihanê li wan teng bikin. Ev peyama gel e."

Piştî axaftinan di kongreyê de rêveberiya nû hat hilbijartin. Kongreya ku bi yek lîsteyê çû hilbijartinê, ji bo Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel hatin hilbijartin.

Ji bo rêveberiya Meclîsa DBP'ê jî 70 kes hatin hilbijartin. Kesên ji bo meclîsa DBP'ê hatin hilbijartin wiha ne:

Abdurahim Dag, Alev Taş, Amine Demîr, Bariş Koyun, Bariş Oflaz, Berat Anli, Bermal Birtek, Cengîz Gunay, Cîhan Guneş, Demîr Çelîk, Devran Balkaş, Emîne Ozmen, Emrullah Bingol, Enes Kaya, Ergîn Balta, Eşref Yaşar, Fatma Gul, Fatma Kurtaran, Felemez Tekel, Feride Laçin, Fikriye Aytin, Gulay Koca, Gulcihan Şimşek, Gulîstan Ensarîoglu, Gulum Bayram, Hacer Ozdemir, Halîl Aksoy, Hacire Çetin, Hamide Yuksel, Hakan Demirbaş, Harika Peker, Hasan Vural, Hediye Başhan, HusnugulAyazbakan, Huseyin Altun, Îhsan Çelik, Îsmaîl Kaplan, Mahîr Doğutekin, Mehmet Arslan, Mehmet Can Demîr, Mehmet Salîh Yildiz, Mehmet Şirin Tunç, Mehdi Tunç, Melahat Oral, Metin Kutaz, Murat Sarisaç, Turkan Esen, Perihan Agaoglu, Ramazan Tunç, Resul Sadak, Salîh Akdogan, Sevda Çelîk Ozbilgol, Salîh Keleş, Sevcan Atak, Semiha Can, Semra Demir, Sevgi Kiliç, Seydî Firat, Sîbel Yîgîttekîn, Sezar Duruk, Soner Oz, Suna Kaymaz, Şîrîn Atalay, Şivan Cemîl Ozer, Turabi Şen, Yasemin Demirkaya, Zahide Beşi, Zekî Baran, Zohre Bozaci û Zuleyha Çalman.

Di nava meclîsa DBP'e de cih girtina 32 jinan kevneşopiya DBP'ê ya nûnertiya jinê nişan dide. Ji bo Lijneya Dîsîplîna Navendî jî Mehmet Nuri Ozman, Sevim Dursun, Lutfiye Gurbuz, Ruken Yilmaz, Husamettin Zenderlîoglu, Seyithan Laçin û Hikmet Duman hatin hilbijartin.

(kom/rc)