Li Efrînê kargeha berhemên sewalan a jinan vedibe
13:06
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Cîgira Desteya Jinê Dilşan Mihemed xebatên yekemîn kargeha Şîr û Mast a jinê li Kantonê nirxand û diyar kir ku ewê sibê beşeke din ya kargehê vekin.
Di sala borî meha Hezîranê ji hêla rêxistinên Saziya Malbata Şehîdan, Kongreya Star û hevkariya rêxistinên jinan li Kantonê koperatîfa şîr û mast hatibû vekirin. Ji ber pêwîstiyan û hîna jî bêtir karê kargehê berfirehtirbûye, Desteya Jinê bi hevkariya Kongreya Star wê beşeke nû ya kargeha koperatîfê veke. Cîgira Desteya Jinê Dilşan Mihemed armanca vekirina beşê nû yê kargehê nirxand û got: "Em dixwazin hejmareke zêdetir jin tevlî kargehê bibin û divê kargehê de em hewl didin koperatîfa xwe mezintir bikin. Ev jî di aliyê aborî de ji bo jinan bibe alîkar. Ev kargeh bi navê Bêrîvan dê vebe û dê piranî berhemên hişkirinê dê werin amadekirin."
Dilşan Mihemd ji bo pêwîstiyên aboriya Kantonê jî wiha axivî: "Wiha dê jin boriyê jî xurtbike. Ji xwe piştî 6 meh li ser xebatên koperatîfa me ya mast û penîr re derbasbû, em bikoperafîfa Sîham Barî re jî ketin nav têkîliyan û me ji wan xwest ku ji bo pêşxistin û firehkirina karê kargeha me alîkar bibin, niha hazirtiyên me berbidawî ve çûne û dê sibê kargeha me vebe."
'Bila jin jî bibin alîkar'
Dilşan diyar kir ku 20 jin di kargeha mast û penîr de kar dikin û got; "Kargeha me bidu danan ango siharê û êvarê kar dike. Em bang li jinên ku sewalên wan hebin dikin ku alîkariya kargeha me ya nû bikin, şîrê sewalên xwe bidin kargehê. Ger îmkan çêbûn di demê pêş de emê erdek taybet bi sewalan jî diyar bikin û li wir sewalên kargehê bi çêrînin."
(lç/zt)