Di derbarê Hurşit Kulter de Walîtiya Şirnexê daxuyanî da
14:31
JINHA
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê têkîldarî rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter piştî 2 rojan daxuyanî da. Walîtiyê îdia kir ku Kulter ji aliyê hêzên dewletê ve nehatiye binçavkirin.
Walîtiya Şirnexê têkîldarî rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ê ku beriya 2 rojan binçavkirina wî di hesabên tîmên taybet de hate qebûlkirin lê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û Dozgeriya Komarê qebûl nekir, piştî 2 rojan daxuyaniya ku serê mirovan tevlîhev dike hate dayîn. Têkîldarî Hurşit ê ku gumana windakirin an jî înfazkirina wî heye walîtiyê 2 hevok daxuyanî da û hesabê tîmên taybet ê "BOF @Tweet_Guneydogu" derewand û wiha hate gotin: "Di hîn pavrekirinên çapemeniya civakî de parvekirinên wekî kesê bi navê Hurşît Kulter hatiye binçavkirin tê kirin. Kesê navborê ji aliyê yekîneyên me yên emniyetê ve nehatiye binçavkirin."
Ev daxuyaniya ku piştî 2 rojan ji walîtiyê hat û tê gotin "nehatiye binçavkirin" têkîldarî aqûbeta Hurşit Kulter gumanan zêdetir dike.
(kom/zt)