Polîsan mudaxeleyî çalakiya 'Deng bide Nisêbînê' kirin

16:37

JINHA

STENBOL - Polîsan li Kadikoyê bi ava şid êrîşî çalakiya "Deng bide Nisêbînê" kirin. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin, esnafan li hemberî polîsan nerazîbûn nîşandan.

Ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Sancaktepeyê li cadeya Dêmokrasiyê bi slogana "Deng bide Nisêbînê" daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Cizîr, Sûr, Sîlopî... Niha jî Nisêbîn. Li dijî qatlîamê bêdeng nemîne! Deng bide Nisêbînê" hate vekirin.

Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê û dirûşman bi dawî bû.

Li Kadikoyê polîsan êrî gel kirin

Ciheke din a ku çalakiya "Deng bide Nisêbînê" hate lidarxistin jî Kadikoy bû. Girse li qada Altiyolê hate cem hev. Polîsan daxuyanî asteng kirin. Lİgel astengiya polîsan gel li cadeya Bahariyê kom bûn. Li vir pankarta "Li Nisêbînê ji qatlîamê re bibêje na!" û dowîzên "Gelê Nisêbînê ne tenê ye" "Hurşît li kû ye" hatin hilgirtin û dirûşla "Li berxwe bide Nisêbîn Stenbol bi te re ye" ahte berzkirin. Piştî daxuyaniyê gel dirûşma "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye" berz kirin polîsan bi ava şid êrîşî gel kir. Li ser êrîşê gel li kolanan belav bû. Ciwanê bi navê Denîz Fîdan jî bi derbkirinê hate binçavkirin.

Welatiyên ku êrîşa polîsan dîtin ên li derûdorê bi gotina "Li vî welatî demokrasî qediya, li kolanan bi lêdanê binçav dikin" nerazîbûn nîşan dan.

(zt)