Bertekên ji bo windakirina Hurşît Kulter: Kî dewletê bi rê ve dibe?
16:45
JINHA
ŞIRNEX - Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê berî 2 rojan ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve hat binçavkirin û 2 roj e tu agahî jê nayê girtin, hevserokên HDP û DBP'ê bertek nîşan dan û pirsa "Kê dewletê bi rêve dibe?" hat kirin û hat xwestin ku demek ji ya din zûtir divê Kulter li kuderê be bê aşkerakirin.
Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê berî 2 rojan ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve hat binçavkirin û 2 roj e tu agahî jê nayê girtin, hevserokên HDP û DBP'ê bertek nîşan dan û hat xwestin ku aqûbeta Kulter bê aşkerakirin. Hevşaredarê Dêrgulê bang li dewletê kirin ku aqûbeta Kulter aşkera bike.
Hevşaredarê Dêrgulê Dursun Çakir, da zanîn heta niha Kulter li kuderê ye nayê zanîn û aşkera kir ku ew difikirin ku Kulter di destê hêzên dewletê de ye. Dursun got ku Midûryeta Polîsan a Şirnexê îdia dike ku Kulter ne di destên wan de ye, lê endamên JOH û POH'ê yên ku li ser hesabên xwe agahiyan parve dikin, dibêjin Kulter di destên wan de ye.
‘Divê her kes xwedî li Hurşît Kulter derkeve’
Dursun tiştên ku Kulter pêre rû bi rû mane şiband pêkanînên salên 90'î û bang li tevahiya gel kir ku xwedî li Kulter derkevin. Dursun da zanîn ji ber ku Kulter xebatkarê partiyê ye û Şirnex neterikandiye, tê xwestin ku wî di bin çavan de winda bikin.
(kom/zt)