Piştî daxuyaniya rakirina qedexeyê Geverî ketin rê

17:18

JINHA

COLEMÊRG - Piştî daxuyaniya dê sibehê li Geverê "qedexe" bi roj bê rakirin welatiyên ku hatin koçberkirin vedigerin navçeyê. Di têketinên navçeyê de li noqteyên kontrolê wesayît rêz bûn.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku ji 13'ê Adarê heta niha dorpêç berdewam dike piştî ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve daxuyaniya dê sibehê bi roj "qedexe" bê rakirin hate dayîn vegera malbatan jî zêde bû. Li navçeya ku dê qedexe di navbera 06.00-20.00'an de bê rakirin welatiyên ku koçî Colemêrg, Wan, Şemzînan û gundan kirin berê xwe dan navçeyê. Di têketinên bajar de rêzên wesayîtan çêbû.

Malbatên ku destur nayê nayîn biçin taxên Cumhuriyet, Eskî Kişla, Gungor, Orman, Dize û Mezarlikê ku pevçûnên dijwar qewimîn jî diçin li cem xizmên xwe yên li taxên Yenîmahalle, Esenyurt û Esentepeyê.

(zt)