Tumena leşkerî binçavkirina Hurşît Kulter nepejirand
19:32
JINHA
ŞIRNEX - Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ku 2 rojin winda ye, rayedarên dewletê qebûl nake ku di bin çavan de ne. Piştî Walîtiyê Qebûl nekir ku Hurşît di bin çavan de ye, 23'emîn Fermandariya Cendirmeyan a Tumena Sînor jî qebûl nekir ku Hurşît li cem wan di bin çavan de ye.
Rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter ê berî 2 rojan ji hêla hêzên dewleta tirk a dagirker ve hat binçavkirin û 2 roj e tu agahî jê nayê girtin, aqûbeta wî ne diyar e. Piştî rêveberên DBP'a Şirnexê Hurşît Kulter berî rojekî bişev hat binçavkirin, malbata Hurşît serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê dabû, piştî serlêdana malbatê, parêzerên komeleyê serî li Dozgerê Qilebanê dan. Parêzerên ÎHD'ê diyar kirin piştî serlêdanê heta niha bersiv nedane wan, di serlêdanê de fikara windakirin û kuştina ji hêla endamên JOH û POH'ê ve hanîne zinam.
Kurapê Kulter, Mahmut Kulter ê ku li ser medyaya civakî rewşa kurapê xwe pirsî, li ser hesabê tîmên taybet yê bi navê BOF: @Tweet_Guneydogu bersiv hat dayîn. Li ser hesab bersiva "Tujî Hatî Gundî @KulterMahmut Rihet Be Hurşît di destê kekên teyên TEM'ê de ye. Me bi Şort hevekî ew da xwehê Lê Niha Rewşa Wî Baş e tu li benda dora xwe bisekine" hat dayîn.
Balkêş e Ewil Midûriyeta Polîsan a Şirnexê qebûl kir ku Hurşît li cem wan di bin çavan de ye; lê piştî Walîtiyê red kir, niha jî 23'emîn Fermandariya Cendirmeyan a Tumena Sînor qebûl nekir ku Hurşît li cem wan di bin çavan de ye.
Her çend tîmên taybet ê bi navê "BOF @Tweet_Guneydogu" di hesabê xwe de qebûl kir ku Hurşît li cem wan di bin çavan de ye jî li gel Parêzerê ÎHD'ê serî li Midûriyeta Polîsan û Dozgeriya Komarê ya Şirnexê da jî bersîva "Kesekî wisa tune ye" didin parêzeran.
(kom/zt)