Rojda Felat: Hamleya me ber bi Tebqeyê ve berdewam dike
20:09
JINHA
KOBANÊ – Fermandariya QSD’ê Rojda Felat destnîşan kir ku baskê 4`emîn ê operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê, ji rojhilatê Firatê ber bi bajaroka Tebqayê ve destpê kiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja 6’emîn a opresyona rizgarkirina bakûrê Reqayê de, bi daxuyaniyekê ragihand ku wan baskê 4’emîn ê operasyonê jî xistiye nava tevgerê. Daxuyanî li herêma Bendava Tişrînê ji aliyê yek ji fermandarên QSD’ê û fermandara baskê operasyonê Rojda Felat ve hat dayîn.
Rojda Felat diyar kir ku baskê 4’emîn ê operesyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê ji rojhilatê Çemê Firatê ber bi bajaroka Tebqayê ve ketiye tevgerê. Rojda anî ziman ku ew ê di çarçoveya vê operesyona xwe de herêmên ji rojhilatê Firatê heta Tebqayê ji çeteyan rizgar bikin û got: “Armanca me rizgarkirina gelê herêmê ji zulma çeteyan e. Operesyona me bi moreleke bilind didome û roj bi roj berfireh dibe.”
QSD’ê di 24’ê gulana 2016’an de operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê ji 3 baskan ve dabû destpêkirin. Baskê yekemîn ji Eyîn Îsa, baskê 2’yemîn ji Xwaringeha Nexîl û baskê 3’yemîn jî ji baregeha leşkerî ya 93’yan destpê kir.
Di çarçoveya operasyonê de heta niha 10 gund gelek gundik hatine rizgarkirin.
Operasyon berdewam dike.
(zt)