Li Roboskiyê komkujiya duyemîn

08:07

JINHA

ŞIRNEX - Şêniyên Roboskê piştî 4-5 salan dîsa bûn hedefa êrîşên dewleta tirk a dagirker. Hat diyar kirin ku 15 welatiyên ku bazirganiya sînor dikin, bûn hedefa êrîşên bombeyên artêşa tirk. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku di êrîşa artêşa tirk de, Vedat Encu jiyana xwe ji dest daye, 5 kes jî birîndar bûne.

Di 28'ê Mijdara 2011'an de balafirên girêdayî artêşa tirk êrîşeke hewayî pêk anîbû, di êrîşê de 34 welatiyên Roboskê jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî 4-5 salan cara duyemîn welatiyên Roboskê hatin bombekirin. Roboskeyên ku bazirganiya sînor dikirin, bi bombebarana Fermandariya Alaya Bejûhê hatin bombebarankirin. Buyer destpêkê ji hêla Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu ve li ser hesabê Tweetê hat parvekirin.

Parlanemterê HDP'ê Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê tiweetirê ev parvekirin pêk anî: "Kesên ku li Roboskê bazirganiya sînor dikin hatin bombekirin, tê gotin ku mirî û birîndar hene. Hemû gelê Roboskê niha berbi sînor ve diçe."

Ferhat Encu piştî demekî li ser hesabê xwe 4 parvekirinên din ên wiha parvekir:

"Bombebaran dîsa li cihê kumkujiya Roboskê pêk hatiye. Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane hene.

Bi qefleyeke qasî 15 kesan çûne. Hemû şêniyên gund çûn herêmê. Dengê bombebaranê heta gund hatiye. Hêj nagihêjin gelek kesan.

Bombebaran bi obûsan hatiye kirin. Ji ber ku hemû şêniyên gund çûne herêmê em xwe nagihînin tu kesî. Roboskê dîsa cihê agir e...

Kesekî jiyana xwe ji dest daye, 5 kes jî birîndar in. Di nav de kesên giran birîndar hene, dîsa ambûlans tune, dîsa Roboskê, dîsa komkujî..."

Ferhat aşkera kir ku kesê hatiye kuştin Vedat Encu ye û ji Roboskê ye.

Piştî agahî hat bihîstin hemû welatî ber bi sînor ve bi rê ketin.

Bombebarana ku li ser sînor pêk hatiye, gelek welatî cûn ser sînor. Agahiyên ku me ji Rêber Alma girtin, bombebaran 10 kîlometre nêzî gund pêk hatiye.

Birayê Nadir Alma yê di komkujiya Roboskê de hat kuştin, Rêber Alma destnîşan kir ku hemû şêniyên gund, jin, zarok, kal û ciwan hemû çûne cihê komkujiyê.

(kom/zt)