Nexweşxana Qilabanê dibin dorpêça leşkeran dene
08:15
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên di bombebarana artêşa tirk de birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Qilebanê, nexweşxaney ji hêl hêzên dewletê ve hat dorpeçkirin.
Li naveçeya Qilebanê ya Şirnexê welatiyên ji Roboskê ji hêla Fermandariya Alaya Bejûhê ve hatin bombekirin, di bombebaranê de ciwanê 16 salî Vedat Encu jiyana xwe ji dest dabû, 3 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê, nexweşxane ji hêla hêzên tirk ve hat dorpêçkirin û nehişt welatî bikevin nexweşxaneyê. Welatiyên di ketina nexweşxaneyê der bi israr bûn, leşkeran gule berdan hewa û welatî astengkirin.
Cenazeyê ciwanê bi navê Vedat Encu piştî ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê, bi sedan welatî li ber mala wan li Roboskê li hev civiyan. Welatiyê bi navê Yilmaz Encu yê di êrîşê de bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê tê dermankirin. Dermankirina Suwar û Îbrahîm Encu jî li Nexweşxaneya Qilebanê berdewam dike.
Cenazeya Vedat Encu yê 16 salî li ser sînorê Başûrê Kurdistanê di êrîşa obûsan a argêşa tirk de hat kuştin, bi derfetên gel rakirî Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê, ji ber kar û barên otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
(kom/zt)