HPC-JIN bûye navenda kêşweriya jinan

09:02

Şînda Ebdulah / JINHA

DIRBÊSIYÊ - HPC-JIN ku di meha Nîsanê de xwe bi awayek xweser birêxistin kir, bûye navenda kêşwerî ji bo jinan. Rêvebera HPC-JIN a bajarê Dirbêsiyê Henîfe Ehmed diyar kir ku her diçe tevlîbûna jinan zêde dibe û got ev jî nîşan dide ku jin bi girîngiya parastina cewherî bêtir hesiyane. Rêvebera HPC-JIN a bajarê Dirbesiyê Henîfe Ehmed elaqeya mezin a jinan ji bo qada parastina cewherî nirxand û da zanîn ku ev yek asta têgihiştina jinan di warê prastinê de nîşan dide.

Nêzîk saleke ku gelê Rojavayê Kurdistanê xwe di çarçoveya parastina cewherî li jêr sîwana HPC'ê birêxistin dike. Bi hezaran ciwan, pîr, jin û endamên rêxistinan bi awayeke dildarî tevlî HPC'ê bûn. tevlîbûna jinan jî her ku çû bêtir bû. Rêvebera HPC-JIN'ê Henîfe Ehmed diyar kir ku ji ber pêwîstiya birêxistinkirina jinan bi awayeke xweser hebû, wan HPC-JIN damezrandine. Henîfe got, "Li bajarê Dirbêsiyê jî bi navê şehîd Jiyan Dirbêsiyê di 4'ê Gulanê navenda me ava bû. Navenda me ji saet 8 heya 2'ê nîvro vekiriye û nobet tê girtin. Niha li bajêr 26 jin ji bajar û gundan cihên xwe di HPC-JIN de digrin. Di navenda me de jinên temen mezin û yên ciwan jî henin."

'Tevlî hemleyan jî dibin'

Henîfe anî ziman ku HPC-JIN bi qasî ku girîngî dide perwerdeya leşkerî û parastina rewa, ciheke taybet ji bo perwerdeyên ziman û bîrdozî jî vediqetîne û wiha pêde çû, "Rojê saetkê em perwerdeya ziman didin. Perwerdeyên me yên bîrdozî di derbara dîroka jinê, têgihiştina jinê jî pêk tên." Henîfe erka HPC-JIN jî anî ziman û wiha got, "Em êvarê derdikevin dewriyeyê û di nav bajar û gundan erka parastinê pêk tînin. Em tevî hêzên asayîşa bajêr parastina bajarên xwe dikin. Herwiha dema meş an jî xwepêşandan çêdibin jî em cihê xwe di erka parastina girseyê de digrin. Di rewşên şer de jî HPC-JIN di hemleyan de cihên xwe digrin."

'Hem ax hem jî jinan diparêzin'

Henîfe bilêv kir ku ji bo pirsgirêkên civakî yên ku jin pê re rû bi rû dimînin, werin çareserkirin û mûdaxele li tund û tûjiyên li ser jinan were kirin HPC-JIN rolek sereke dileyîze û wiha dirêjî da gotina xwe, "Bê guman em wek HPC-JIN parastina jinan jî girîng dibînin. Di nav civaka me de li ser jinê zext hene ku em mûdaxele dikin. Ji dema navenda me ava bûye me 20 pirsgirêkên jinan girtiye dest û ji bo çareseriyê em mijûl bûne. Hin ji van pirsgirêkan jî me ji bo Dadgeha Gel şandin."

'Îdeayê me mezine'

Henifa destnîşan kir ku eleqeyek mezin hember HPC-JIN heye û wiha got, "Elaqeyeke mezin a jinan ji bo HPC-JIN heye. Berê karê parastina ax û welat tenê wek karê zilam an jî şervanan dihate dîtin. Lê bi rêya HPC-JIN me ev nêrîn guhert. Em ê bi rêya HPC-JIN hem axa xwe, hem jî jinan biparêzin. İdeaya me mezin e."

(hs/rc)