Neval dê dayika xwe di wêneyan de nas bike
09:03
JINHA
WAN - Remziye Bor a ku di 19'ê Nîsanê de li taxa Xaçortê ser Rêya Armûşê ji aliyên polîsan ve birîndarbû û piştî têkoşîna jiyanê a 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Xesiya Remziye yê Kiymet Bor diyar kir ku dê zaroka Remziye Bor Neval dayika xwe ji wêneyan nasbike.
Di 19'ê Nîsanê de li Taxa Xaçorta Rêya Ermûşa Wanê polîsên tîmên taybet ser mala Remziye Bor de girtin û ew gulebaran kirin. Remziye ya ducanî ku bigiranî birîndarbibû rakirin Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê. Di 25'ê Nîsanê de bi ameliyetek ya sezaryanê pitika wê hate dinê. Remziye li nexweşxanê 28 rojan ji bo pitika xwe têkoşîna jiyanê da. Remziye ya ku di beşa lezgîn de dihat girtin jiyana xwe jidest da. Xesiya Remziye yê Kiymet, qala jiyana wê û xeyalên wê kir. Kiymet li ser jiyana pitika Remziyeyê sekinî û diyar kir ku Remziye yê her tim xeyalên xwe li ser pitika xwe dikir. Kiymet bilêv kir ku Remziyeyê pitika xwe hêmbez nekir û dê Neval jî dayika xwe di wêneyan de nas bike.
'Dewletê tiştek nehişt ji bo Nevalê'
Xesiya Remziye yê, Kiymet Bor (56) anî ziman ku Remziye yê ji bo zaroka xwe kin amade kiribû û wiha domand: "Remziye jinek gelek qedir bû. Remziye ji bo pitika xwe cil amade kiribû, mixabin polîsan ew cil hemû perçe perçe kirin. Dewletê tiştek wisa li şona Remziye ji bo zaroka wê Neval nehêla ku em bibêjin ev cilên dayika teye. Remziye jiyan û keyfxweşiya xwe li gel hemû kesê parvedikir. Her roj sere sibê di hat mala min û heya derengê şevê jî li mala min dima."
'Mîrateya Remziyeyê Nevale'
Kiymet ji bo pitika Remziye yê Neval jî wiha axivî: "Mirateya Remziye yê tenê pitika wê ma li ser dinê. Ez û meta wê xweyî dikin. Em serê sibê radibin serê Nevalê dişûn, mamayê didinê û piştî wê jî diraze. Neval şîrê dayika xwe nexwar. Xwarina Nevalê mamaye. Em her tim li ser serê derguşa Nevalê disekinin. Neval mirateya day û bavê xwe ye ji bo me mayî. Remziye yê her tim ji bo pêşerojê xeyal dikir û got; 'Ez ê Nevala xwe mazin bikim. Dê me xweyî bike û em ê jiyanek aram bijîn.' Bêhna dayikê cudaye. Neval bêhna dayika xwe nizane. Remziye yê jî pitika xwe nedît û bêhna Nevalê negirt. Ne dayik ne jî bav bi keça xwe şanebûn. Neval dê dayika xwe di wêneyan de nasbike."
(hk/zt)