Jinên Til Temir bertek nîşanî tecrîda şidandî dan
09:04
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR- Dayîkan tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiryareke dij-mirovahiyê pênase kirin û gotin, "Yên girtî desthilatdar bixwe ne, Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve azad e.
Ev salek bêtir e tecrîdeke şidandî li beramberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê û ev pêkanîn rastî nerazîbûna gelê Kurd tê. Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jî bertek nîşanî tecrîdê dan û têkîldarê vê mijarê nêrînên xwe parve kirin. Cemîle Nûhê nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û wiha got, "Serkeftina şoreşê tev bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat."
'xwediyê vê felsefeyê azad e'
Cemîle diyar kir ku Rêberê PKK'ê xwedî felsefeyê azade û wiha domkir, "Dema mirov dibîne ev felsefe pêk tê, tê wateya ku xwediyê vê felsefeyê jî azad e. Yê ku niha di zîndanê de dewleta Tirk bixwe ye. Ew di nav zindana paşverûtiyê de heps bûne. Ramanên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibe û civak pê şiyar dibin. Li Rojava jî em li ser vê rêyê dimeşin. Armanc ji tecrîdê ew e ku serok Apo ji me dûr bixin. Wiha moral û hêza me lewaz bikin. Dê ev komplo bin bikeve. Ji ber yên xwedî îrade û armanc tucarî bin nakevin û têkoşîna wan hertim wê dewam bike."
'Serok Apo nîşan kir ku hêviyên gelan naşike'
Emgîhan Dawid jî diyar kir ku ew bi tundî tecrîda şidandî şermezar dikin û wiha domand, "Heya serok Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji zarokên 7 salî heya 70'ê salî herkes bi nêrînên Rêber Apo bandor dibin. Serok Apo ji hemû cîhanê re nîşan kir ku hêviyên gelan naşike û wê di têkoşîna li dijî dijminên mirovahiyê bi ser bikevin. Em ê dev ji têkoşîna ku şehîdên me dane bernedin û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe serok ji zindanê derxin. Ne ji fikirê Serok Apo bûya niha ev gel li ser rêka azadî û demokrasiyê nedimeşiya û nedigihîştin vê asta pêşketinê. Lewma dewleta faşîst û dagirker a Tirkiyê li ser Rêbertiya me tecîrdeke dij-mirovahiyê da destpêkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin."
(en/rc)