'Bila mêtînger şanebin em Surê ji kesê re nahêlin'

09:04

JINHA

AMED - Piştî rabûna qedexeya Surê vêcarê jî dema welatî li malên xwe vegeriyan rastî tindiya polîsan û gotinên weke "Hun çima hatin" tên. Li hemberî van tindiyan jî bersiva welatiyan wihaye: "Bila mêtînger şanebin, em Surê nadin kesê."

Piştî qedexeya nêzî 103 rojan berdewam kirî welatiyên Surê vedigerin. Welatiyên piştî operason û qedexeyan li malên xwe vegeriyan rastî gotinên polîsanê yên deruniyên weke "Em vêderê ji we re nahêlin cardin vegerin" tên. Jinên taxan li hember hemû êrîşên talanê û gotinên polîsan bersivên "Ev der taxa me ye, di rastiyê de em vê derê carek dinê ji kesê re nahêlin" dan. Li hinek kolanên Taxa Dabanoglu yê piştî rakirina qedexeyê jinên çun malên xwe rastî manzereyê ticarî nedîtî hatin û 3 rojin malên xwe paqij dikin. Jinan diyar kirin ku di malên wan de tenê perdaqek jî sax nehêlane û hêzên dewletê tiştên wan jî gulebaran kirine.

'Hun çima hatin mala xwe!'

Ozlem Kaya destnîşan kir ku polîsan mala wê weke mewzî xebitandine, niha jî hemû sucên xwe înkar dikin û wiha domand: "Polîs ketine hindirê mala min, lê dema ku em dipirsin bersivên 'hinek din ketinê' didin. Li vêderê guleyên wan hene, ji bo ku tiştên wan kirî mirov nebîne, divê wêdemê mirov kor be. Ser de jî ji bo min dibêjin; 'Tu çima hatiyê mala xwe!' Ji bo min gotin; 'Hun difikirin ku emê Surê berin.' Min got ku ez ji bo ji nû ve avakirina mala xwe hatime. Ji bo min gotin; 'Mala te xirabûye.' Dema ku min pirsî hun ji ku dizanin mala min xirabûye, bersiv nadin, yan jî dibêjin; 'Me nekiriye'. Ez qet ji wan bawer nakim. Yên mala min anîne vî halî leşker û polîsin."

'Bi rojê ser awêneyê nivîsên nijadperest nivîsîne'

Ozlem bilêv kir ku piştî qedexeyê dema hatiye mala xwe rastî dîmenên weke Cizîr û Geverê hatiye û wiha berdewam kir: "Di mala min de bi her awayî qirêjî kirine. Pet girtine li pêşberî cihê razanê daleqandine. Bi rojê li ser awêneyê nivîsên nijadperest nivîsîne. Paşê jî weke ku henekên xwe bi mirovan bikin dibêjin 'Me ne kiriye'. Ke si van gotinên wan bawer nakin."

'Bê xwestin ezê di nava wê qirêjiyê de bijîm'

Ozlem da zanîn ku dê li hember helwesta polîsan û gotinên wan ên weke, "Tu çima hatiyê vêderê, mala te êdî nemaye" dê mala xwe weke berê ji nû ve avabike û wiha dom kir: "Dema ku ji Surê derketim difikirîm ku tiştek bi mala min nayê. Dema ku ji derveyî Surê bûm jî weke ezê cardin vegerim tiştek bi mala min nayê difikirîm. Lê piştî qedexeyê dema ku hatim min mala xwe di wî halî de dît min qirîz derbaskir. Hemû mobilya dane ber kêran. Bi hişmendiya em çiqas ziyanê bidin ewqas kare nêzî tiştên me bûne. Şona solên wan ser tiştên me hene. Bi gotinên weke, 'Tu dê çawan wê malê pak bikê, heya tu pak bikê dê mehek derbas bibe' weke henekên xwe bi mirovan dikin. Min jî ji wan re got, 'paqijiya mala min mehekê bidome jî ezê mala xwe ji we re nehêlim.' Bê xwestin ezê di nava vê qerêjiyê de bijîm lê mala xwe ji wan re nahêlim. Ez dest ji vê malê û ji Surê bernadim. Bila mêtînger şa nebin em vêderê ji kesê re nahêlim."

(zt)